Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê dîsa hat redkirin 2019-01-17 17:43:51   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo li Îmraliyê hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin, cara 782'yan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê dozgeriyê serlêdana parêzeran red kir.    Parêzer Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Abdulmecît Yildirim ji bo li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbikin cara 782'yan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê dozgeriyê serlêdana parêzeran red kir.    Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re çêbikin.