Ciwanên HDP’ê li Peyasê meclîsa xwe îlan kir 2019-01-17 16:54:40   AMED – Ciwanên HDP’ê li navçeya Peyasa Amedê meclîsa xwe ava kirin. Meclîsê diyar kir ku di bingeha xebatên wan de bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye.    Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya navçeya Peyasa Amedê li avahiya rêxstinê bi şahiyekê avakirina xwe da îlankirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî beşdarî şahiya ciwanan bû û rêz hat girtin.    Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Peyasê Narîn Donmez daxuyanî da û bal kişand ser pêvajoya li welêt û got: “Gelê me û ciwan bi polîtîkayên qirkirin û konsepta şerê qirêj re hevrû ne. Her ku diçe tecrîdkirina rêberê gelan Birêz Abdullah Ocalan kûr dikin û ev rewş li hemû girtîgehan belav dibe. Ev rewş dibe sedem ku me arasteyî têkoşînê dike. Em ê wek ciwanên HDP’yî li dijî her cûre polîtîkayên dewletê yên li dijî ciwanan bibin alternatîf û xebatên çandî, hunerî û rêxistinî bi rêve bibin. Em ê ciwanên xwe ji bin bandora polîtîkayên qirêj rizgar bikin.”    JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ DÊ BIXEBITIN    Donmez anî ziman ku Meclîsa Ciwanan dê bi xebatên xwe bingehîn li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derkeve û bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê derkevin.    Piştî îlankirina Meclîsê ciwanan dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “ “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin û çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên din silav kirin.    PANEL PÊK HAT    Piştî daxuyaniyê bi beşdariya Parlamentera HDP’ê Dersim Dag, mamosteyê MED-DER’ê  Adil Ercan û rêveberê Şaxa SES’ê Mahfuz Karaaslan panela bi mijara “Di pêwendiya asimilasyona çandî rastiya civakê” li dar xistin. Di panelê de li ser polîtîkayên tenduristiya civakê, mafê perwerdehiya zimanê dayikê û asîmîlasyonkirina zimanê Kurdî axaftin hatin kirin.    Piştî panelê şahî bi govend gerandinê bi dawî bû.