HDP’ê li Mûş, Îdir, Qers û Bedlîsê îtîrazî bi hezaran hilbijêran kir 2019-01-17 15:59:19 NAVENDA NÛÇEYAN – HDP’ê li Mûş, Îdir, Qers û Bedlîsê piştî qeydên hilbijêran hatin daliqandin û li gorî lêkolînên kirin li dijî nelirêtiya derket holê îtîrazî YSK’ê kirin. Derket holê ku li van bajaran bi hezaran hilbijêrên xeyalî hatine zêdekirin û li ser daîreyan bi dehan hilbijêr hatine qeydkirin.  Piştî lîsteyên hilbijêran hatin daliqandin hîlebazî ango nemetodiya qeydên hilbêjan jî derketin holê. Ev hîleyên qeydên hilbijartina didomin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bicihkirina 119 hilbijêran li avahiyek Qersê, li Îdirê li ser du daîreyan 774 polîs û esker, li Mûş û navçeyên wê 5 hezar û 279 hilbijêr, li Bedlîsê û navçeyên wê nêzî 2 hezaran hilbijêr hatin qeydkirin û zêde bûn e îtîrazî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kir.    Li gorî lêkolînên HDP’ê lig elek tax û gundên Mûş û navçeyên wê 5 hezar û 279 hilbijêr qeyda wan bi awayek sextê hatine çêkirin û zêdekirin.    MÛŞ    Hevserokê HDP’a Mûşê Ferhat Çaki têkildarî hilbijêrên sexte got heta niha wan li dijî 5 hezar 279 hilbijêr îtîrazî YSK’ê kirin e û got: “Ev jî nîşan dide ku zextên îtîfaqa faşîst a AKP’ê û MHP’ê li dijî hilbijêrên HDP’ê zêde bûn e. Tevî van hemû hîle û sextekariya wan em ê, wan di sindoqan bifetis3inin.”    ÎDIR    Li Îdirê jî li gorî lêkolînên rêveberên HDP’ê, 774 polîs û esker li ser du daîreyan hatine qeydkirin. HDP’yan got ev hilbijêr di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li deverên din dengê xwe bikar anîne. HDP’yan li dijî van hilbijêran serî li YSK’ê da.    QERS      Rêxistina HDP’ê ya Qersê derxist holê ku li navenda Qersê li ser daîreyek vala 119 hilbijêr hatine qeydkirin. Rêxistina HDP’ê li dijî van qeydan îtîrazî YSK’ê kir.    BEDLÎS   Yek ji bajarên herî zêde jî hilbijêrên zêde lê hatin qeydkirin Bedlîs û navçeyên wê ne. HDP’a Bedlîsê diyar kir ku li navenda Bedlîs û navçeyên wê nêzî 2 hezar hilbijêrên zêde hatine qeydkirin tespît kirine û li dijî vê yekê serî li YSK’ê dane.