Parêzer ji bo li qawîşê hevdîtînê bi Guven re bikin serlêdan kirin 2019-01-17 15:45:21   AMED - Ji ber ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven êdî nikare derkeve hevdîtina parêzerên xwe, parêzar ji bo li qawîşê hevdîtin bi Guven re bikin serî li dozgeriya girtîgehê dan. dan.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 71 rojin berdewam dike. Ji ber ku Leyla Guven êdî nikare derkeve hevdîtina parêzerên xwe, parêzerên wê ji bo li qawîşê hevdîtinê bi Guven re bikin ser li dozgeriya gitîgehê dan. Ji ber ku rewşa tenduristiya Guven giran bûye, ji 10'ê Çile dernetiye hevdîtina parêzerên xwe.   REWŞA TENDURISTIYA GUVEN    Ji parêzerên Guven Parêzer Cemîle Turhalli Balsak, derbarê rewşa tenduristiya Guven a giran bûyî de ev agahî dan: "Îro êşa mîdê, bê halî û ser gêjiya wê zêdetir bûye. Êdî gelek kêm dikare ava vexwe û tansiyona wê jî daketiye 8,5/5,5 'an. Sibê û êvarê tansiyona Guven tê girtin. Ji ber ku Guven ji bêhalî nikare derkeve hevdîtinê, me serlêdan kir ku em biçin li qawîşê wê bibînin."