Li Heskifê piştî namzetê AKP'ê diyar bû qeydên hilbijêran jê birin 2019-01-17 15:44:45   ÊLIH - Li navçeya Heskîfê ya Êlihê, qeydên zêdeyî 100 hilbijêr, piştî duh namzetê AKP'ê yê Şaredariyê diyar bûn hatin jêbirin. Hat diyar kirin ku li kafeya namzetê AKP'ê jî 27 hilbijêr hatin qeydkirin.    Li navçeya Heskîfê ya Êlihê piştî namzetê AKP'ê yê Şaredariyê aşkere bû, qeyda 100 namzetan hat jêbirin. Namzetê AKP'ê Abdulvahap Kusen duh piştî namzetiya wî diyar bû, qeydê 100 hilbijêran jêçû. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û welatiyan li dijî jêbirina qeydan îtiraz kirin û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dan. Hat diyar kirin ku li kafeya Namzetê AKP'ê Kusen jî 27 hilbijêrên ji gundan anîne qeyd kirine.    QEYDA BERNAMZETÊ HDP'Ê JÎ JÊ BIRIN   Di nava hilbijêrên qeyda wan jêbirine de Bernamzetê HDP'ê yê Heskifê Mecit Tokdemir jî heye. Mecît Tokdemîr ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku duh êvarî fêr bûn ku ev nelirêtî hatiye kirin û wiha got: "Me têkildarî mijarê bi lez û bez lêkolîn kir. Em fêr bûn ku qeyda nêzî 100 hilbijêrî jê birine. Me li YSK'ê îtîraz kir. Me xwest ev şaşî bê rastkirin."    Endamê meclîsa Bajar a Êlihê Ferman Kandemir jî anî ziman ku ew li Heskifê ji dayik bûye û li vir  dijî û wiha got: "Li Heskifê her kes hev nas dike. Herî kêm 60 xizmên min hene. Li Heskifê qeyda welatiyên esil li vir dijîn jêbirine. Em dê hemû mafên xwe yên zagonî biparêzin û dengê xwe bavêjin. Li Kafeyekê 27 hilbijêr qeyd kirine. Piştî namzetê AKP'ê şê Heskifê diyar bû ev lîstik pêk hatin. Em dê heta dawî vê yekê bişopînin.