Îdîaya polîsan ciwanekê HDP’î birin derveyî bajer û îşkence kirin 2019-01-17 15:32:14   MÊRSÎN – Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê Mêrsînê Mehmet Koç, diyar kir ku polîsan ew binçavkirin, birin paxçeyekê derveyî bajarê û got: “Polîsan bi gotinên ‘Ev ji bo te dest pêke. Hîna tu yê bibînin ka emê çi li te bikin’ gef li min xwarin.”     Endamê Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Mêrsînê Mehmet Koç, bi îdîaya îşkenceyê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Mêrsînê da. Koç, di serlêdanê de anî ziman ku duh dema li kolaneke Taxa Çîlek a navçeya Akdenîzê dimeşiya polîsan ew binçav kirin û dûre îşkence kirin. Koç, diyar kir ku 2 wesayîtên zirxî li ber wî rawestiyan û wiha got: “Polîsên ji maşîneyên zirxî peya bûn nasme ji min xwestin û gotin ‘biryara lêgerîna te heye.’ Min jî ji wan re got ‘Biryara binçavkirinê nîşanî min bikin, em bihevre biçin midûriyeta polîsan.’”    ‘EZ AVÊTIM KU DERÊ’    Koç, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Polîsan ji min re gotin ‘Mafê te yê tu biryara binçavkirina xwe bibînî tuneye.’ Dûre dinavbera me de nîqaş derket. Cihê ez lê rawestandim kes tune bû. Di dema nîqaşê de, polîsekê rûpoş ji nişkan ve destên min paşve kelepçe kirin û xwest li wesayîtê siwar bibim. Dema min qîr kir, qontaxa çekê li serê min xist û ez kirim wesayîtê. Di wesayî de dest  bi lêdana min kirin.  Ez birim baxçeyên li Dîkîlîtaşê. Li vê derê ez ji maşîneya peya kirim. Li vê derê jî li min xistin û ji min re gotin ‘Em dixwazin hemû çalakiyên taxê tu li dardixî. Ev ji bo te dest pê ke. Hîna tu yê bibînin ka emê çi ji te bikin.’ Paşê ez avêtim ber peravên avê. Kinçên min şil bûn. Dûre ez li wê derê hiştim û çûn. Ez jî ji nava avê derketim û çûm malê.”     'EZ Ê LI DÛ POLÎSAN BERNEDIM'   Koç, dest nîşan kir ku heya gehişt malê, ji serma qerisî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min bûyer ji malbata xwe re got û em çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Torosê. Bijîşkan ez muayene kirim. Min xwest derbarê derp kirinê de rapor bigirim, lê polîsekê li nexweşxanê hat rapor ji destê min girt.  Min jî ji wî pirsa ‘tu çima rapora min ji min distînî?’ kir. Wî jî ji min re got ‘Li ku derê tu hatî derpkirin, here wê derê gilî bike.’ Min got heya ez rapora xwe negirim, ez ji nexweşxanê dernakevim. Serê sibê jî hatim IHD’ê û min gelî kir. Ezê li dû polîsên îşkence li min kirin bernedim.”