Ji bo asîman bibînin 123 roj in di rojiya mirinê de ne 2019-01-17 15:31:37 STENBOL – ÎHD’ê diyar kir ku nexweşîna 2 girtiyên 123 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di rojiya mirinê de ne derketiye asta mirinê û got: “Serêşî, bêhalî, êşandina hestî û mêjî, xwînbûna îdrarê, jibîrkirin û di çav de şewat û nedîtin peyda bûye."    Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê têkildarî Kadîr Karabacak û Nacî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê tên ragirtin ku bi daxwaza bila têla direhî ya li ser cihê hewa sitendinê bê rakirin, name û pirtûkên wan bidin 123 roj in di rojiya mirinê de civîna çapemeniyê li dar xist. Li salona civînê pankarta “Dîtina asîmanan mafê me ye jî, Kadîr Karabacak û Naci Yildirim 123 roj in di rojiya mirinê de ne! Daxwaza girtiyan mafdar e û divê bê qebûlkirin” hat daliqandin.   Di civînê de ewilî Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum axivî û bal kişand ser daxwaza Karabacak û Yildirim û got: “Her du girtî jî di şertên herî zor de dijîn. Bi derve re pêwendiya wan bi temamî hatiye birîn. Her du girtî jî cezakirina li ser cezakirinê dijîn. Di hundirê hepsê de jî tên cezakirin. Divê hem Wezareta Dadê û hem jî Îdareya Girtîgehê demildest daxwazên wan qebûl bike.”    ‘TENÊ DIXWAZIN ASÎMANAN BIBÎNIN’    Pişt re hevjîna Kadîr Karabacak, Eylul Karabacak jî axivî û got: “Daxwaza wan daxwazek zêde giran nîne. Tenê ew dixwazin asîmanan bibînin. Her roja ku diçe zextên li girtîgehan zêde dibin. Jİ 17’ê îlonê vir ve dest bi greva birçîbûnê kirin e. Piştî 3-4 rojan çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Ew hatine asta mirinê. Rewşa wan gelek xera bûye. Ji kerema xwe em bila her kes deng bide dengê wan.”    ‘ZEXT Û BINKÊPIRINA MAFAN ZÊDE BÛN’    Pişt re li Metin Ozkan li ser malbatan metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Zext, tundî û binpêkirina mafan a li dijî girtiyan li girtîgehên çar aliyê Tirkiyeyê hatiye halek rûtîn. Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî zext û tundiyê ketiye rojevê.”  ‘KETINE ASTA MIRINÊ’    Ozkan anî ziman ku Karabacak û Yildirim ji roja dest bi rojiya mirinê kirine heta niha tên tecrîdkirin û hemû daxwaznameyên wan ên ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin ji Wezareta Dadê û Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan re nivîsandin ji aliyê îdareya girtîgehan ve hatine desteserkirin. ÎHD’ê diyar kir ku nexweşîna 2 girtiyên 123 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di rojiya mirinê de ne derketiye asta mirinê û got: “Serêşî, bêhalî, êşandina hestî û mêjî, xwînbûna îdrarê, jibîrkirin û di çav de şewat û nedîtin pêk hatiye.”    Ozkan daxwaza çalakgerên rojiya mirinê wiha rêz kir:    "* Divê têla direhî ya li ser cihê bêhn sitendinê demildest bê rakirin û dawî li mantiqa qefesa ku derveyî mirovahiyê bê.    * Divê dawî li lêgerîna her roj sibe û êvarê ya li qawîşan pêk tînin bê.    * Divê pirtûkên wan û mafê rojname sitendinê bidin wan.    * Lazim e nameyên wan neyên astengkirin û bidin wan.”    ‘DEWLET BERPIRS E’    Ozkan di dawiyê de xwest hikumet demildest guh bide daxwaza girtiyan û got: “Heke sibê roj tiştek bibe berpirsyariya wê dewlet e.”