Ji bo mîtînga Amedê banga tevlêbûnê: Em bibin dengê qerîna girtiyan 2019-01-17 15:08:21   AMED - Ji mîtînga HDP’ê ya ku di 19'ê Çile de li Amedê pêk bîne re destûr derket. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz bang li hemû beşên civakê kir û got: "Em bibin dengê qêrîna girtiyên li girtîgehan." Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag jî diyar kir ku dê ji bajarên herêmê jî tev li mîtîngê bibin û xwest her kes beşdarî mîtîngê bibe.    Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca piştgiriyê bide çalakiyên greva birçîbûnê û balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Demokrasî, Azadî û Edalet" dê di 19'ê Çile de mîtîngê pêk bîne. Heyeta Komîteya Amadekar ji bo mîtîngê serî li Walîtiyê dabû. Duh êvarî ji Walîtiyê destûr derket. Mîtînga HDP'ê ya Amedê dê di 19'ê Çile saet di navbera 12.00 û 16.00'an de pêk bê. Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Ramazan Kaval, diyar kir ku walîtiyê destûr da mîtingê û dê mîtîngê di 19'ê Çile Roja Şemiyê saet di navbera 12.00 û 16.00'an de li Qada Îstasyonê pêk bînin. Kaval bang li her kesan kir ku tev li mîtingê bibin û hestiyar tevbigerin.  Komîteya Amadekar a mîtîngê bang li her kesî kirin û xwestin tevlêbûnek xurt pêk bînin.      AYDENÎZ: EM BIBIN DENGÊ QÊRÎNA GIRTIYAN   Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz bang li hemû beşên civakê kir û got: "Em bibin dengê qêrîna girtiyên li girtîgehan. Birêz Leyla Guven 71 rojin li dijî terîdkirina Birêz Ocalan di grevê de ye û dengê xwe bilind dike. Ji bo em bibin dengê qêrîna wê em mîtîngê pêk tînin. Em gelê Kud, dê bi vê mîtînga li Amedê pêk bînin, bibin dengê girtiyan. Em dê di vê mîtîngê de daxwazên wan û qêrîna wan bilintir bikin. Ji bo vê daxwaza girtiyan û dengê girtiyan em bang li hemû gelê xwe dikin ku li Qada Îstasyonê ya Amedê tev li mitîngê bibin. Em bi hevre biqîrin. Em li qada îstasyonê bi hevre biqîrin û bi hevre tecrîdê bişkînin."   'EM LI BERXWADAN GUVEN XWEDÎ DERKEVIN'     Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag jî diyar kir ku dê ji bajarên herêmê jî tev li mîtîngê bibin û xwest her kes beşdarî mîtîngê bibe û wiha got: “Leyla Guven ji bo Rojhilata Navîn bigêje aramiyekê û ji kaosê xelas bibe bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ji bo tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bişkê, dest bi vê berxwedanê kiriye. Ji bo em bibin dengê wê û li daxwazên wê xwedî derkevin em di 19'ê Çile de li Qada Îstasyonê dengê xwe bilind bikin. Em bang li her kesî dikin ku dengê xwe tev li dengê Leyla Guven bikin."    Serokê Kamîteya Amadekar a Mîtîngê Ramazan Kaval jî bang li her kesî kir û wiha got: "Ji bo em li daxwazên Leyla Guven xwedî derkevin û daxwazên wêk bêk bên li Amedê mîtîngê pêk tînin. Ji bo em dengê Guven bêtir bilind bikin û daxwazên wê bidin qebûlkirin em vê mîtîngêngê pêk tînin. Hemû gelê herêmê û nûnerên rêxistinên civakî û siyasî dê tev li vê mîtîngê bibin. Em bang li hemû hêzên demokratîk, aştîxwaz û gelê xwe dikin ku li Qada Îstasyonê te li mîtîngê bibin. Em bi girseyî dingê xwe bilind bikin ku rayedar dest ji tecrîdkirinê berdin."      Mîtîngê wê di 19'ê Çile Roja Şemiyê saet di navbera 12.00 û 16.00'an de li Qada Îstasyonê pêk bînin.