Li qereqoleke valekirî 205 hilbijêrên biyanî hatine qeydkirin 2019-01-17 14:50:57 ŞIRNEX - Li bajaroka Hîlal a navçeya Qilabanê, li qereqoleke ku beriya salekê hatibû valakirin navê 205 hilbijêrên biyanî hatine qeydkirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Şirnexê, di lîsteya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de nelirêtî tespît  kirin.  Rêxistina HDP'ê derxist holê ku li qereqoleke li bajaroka Hîlal a navçeya Qilabanê ya Şirnexê ya beriya salekê hatibû valakirin navê 205 kesên biyanî hatiye qeydkirin.      Hat diyar kirin ku kesên qeydên wan li bajarên cuda xuya dikin, leşkerin.    HDP dê îro li ser mijarê serî li Desteya Hilbijartinê ya bajêr bide.