Facîaya yurda Aladag: ‘Şaredartî delîlan reş dike’ 2019-01-17 14:33:23   EDENE – Parêzer Can Atalay di danişîna doza facîaya yurda Aladag de parastin kir û got: “Ji destpêka dozê û heya niha, Serokê Şaredariya Aladagê ji derveyî reşkirina delîlan, tiştek din nekiriye.”     Li navçeya Aladag a Edeneyê, di 29’ê Mijdara 2016’an de, ii wargeha Xwendekarên Keç a Dibistana Navîn a Komeleya Alîkariyê ya aîdê Suleymancilarê şewetê rû da û 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 xwendekar jî birîndar bûbûn. 8’emîn danişîna doza derbarê facîaya wargeha xwendekarina de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Kozana Edenê hat dîtin. Parêzer, xizmên zarokên xwe di facîayê de windakirin û parêzerên Komeleya Mafê Civakî û Baroya Edenê (SHD) beşdarî danişînê bûn. Parêzeran di parastina kirin de, xwestin ku darizandin bi îdîaya “Bi zanebûn kuştinê” bê kirin.    Parêzerê malbatên zarokên xwe di facîaya Aladagê de winda kirin Can Atalay parastin kir û got: “Ji destpêka dozê û heya niha, Serokê Şaredariya Aladag ji derveyî reşkirina delîlan, tiştek din nekiriye.  Tedbîrên pêwîsten nehatine girtin. Projeya ceyranê tuneye. Ji ber ku berpirsan erka xwe ne anîn cih 11 zarokan keç bi giştî 12 welatiyan li ber çavan jiyana xwe ji dest dan.”   Parêzerên bersûcan jî di parastinê kirin de wiha got: “Şaredarî ne xwedî wê erkê ye ku wargehan, veke. Li wê derê wargehek qaçax tuneye. Di nivîsa ji Perwerda Mîllî hatî de jî diyar dibe. Kata 3’yemîn a avahiyê tuneye.Yek ji çend avahiyên ku tesisata kalorîferê lê heyî bû. Şirketa beşavkirinê berpirse.”      Şandeya dadgehê navber da danişînê.