Xebatkarê HDP’ê der sînor hat kirin 2019-01-17 13:41:03   RIHA - Halîd Muslum ê Kobanî yê di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Rihayê de hatibû binçavkirin, der sînor hat kirin.    Li Rihayê, di dema çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkirin de, polîsan di 6’ê Kanûnê de bi ser avahiya HDP’ê ya Rihayê de girtin û ji 47 kesên binçav kirin 5 jê hatibûn girtin û ji bo penaberê ji Kobanê yê xebatkarê HDP’ê Halîd Muslum jî biryara der sînor kirinê hatibû dayîn.    Parêzerên Muslum ê nêzî salekê bû li avahiya HDP’ê ya Rihayê çaygerî kir, ji bo rawestandina biryara der sînor serê li Dadgeah Îdarî ya Herêmî û Dadgeha Qanûna Bingehîn dabûn. Lê, polîsan piştî Muslum birin Navenda Paşve Şandinê ya Oguzelî ya Dîlokê, der sînor hat kirin.     Hat diyar kirin ku Muslum gehiştiye xizmên xwe yê li Kobanê.