Rojnameger Ziya Ataman nehat berdan 2019-01-17 13:27:49 ŞIRNEX - Rojnameger Ziya Ataman ê 33 mehin girtiye, ligel ku îfadeyên kesê şahid qebûl nekir jî, nehat berdan.  Parêzer Bariş Oflas, diyar kir ku tu delîlên muwekîlê wî di girtîgehê de bê girtin tuneye, lê dîsan jî nayê berdan.  5’emîn danişîna doza derbarê nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) a bi KHK’ê hat girtin Ziya Ataman jî di navde 9 kesên di 11'ê Nisana 2016'an hat girtin û bi giştî 19 kesan de hat vekirin, li 1'emîn Dadgeha cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Ataman bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzer û hin xizmên girtiyan li salona danişînê amade bûn.    ‘JI BER KU FAÎL NEDIN, EM KIRIN FAÎL’   Piştî danasîna nasnameyê danişînê dest pê kir û ji girtiyan Hikmet Ataman parastin kir û bal kişand ser pêvajoya girtina xwe. Ataman, diyar kir k udi dosyeya dozê tu delîlên şênber tuneye û wiha got: “Li navçeyê, ji ber ku faîlên hîn bûyeran nehatin dîtin, emê kirin faîl. Kesên weke şahid di dosyayê de cih digirin jî, dibin îşkenceyê de îfade dane.”    ÇALAKIYA GUVEN SILAV KIRIN    Girtiyên din, bal kişandin ser dirêjbûna pêvajoya girtina xwe û xwestin bên berdan. Girtiyekê, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 71 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpê kirî, silav kir.    ATAMAN FOTOKOPIYA DEFTERA NIŞEYAN A DI DOSYEYÊ DE, DAXWAZ KIR   Rojnameger Ataman ê ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê beşdarî danişînê bû û bi Kurdî parastin kir jî, îdîayên derbarê xwe de red kir. Ataman ji bo parastinek berfireh bike, fotokopiya deftera nişeyan a di dosyeyê de  cih digire xwest.     NE DI WESFA DELÎLAN DEYE   Parêzerê Atamam Bariş Oflas jî, diyar kir ku muwekîlê wî rojnamegere û wiha axivî: “Delîlên di dosyeyê de hatine bi cih kirin ne di wesfa delîlan deye. Ez daxwaz dikin ku muwekîlê min bê berdan. Derbarê deftera nişeyan de agahiyek şênber tuneye.”   ŞAHID ATAMAN : EZ ÎFADEYAN QEBÛL NAKIM    Kadir Ataman ê berê derbarê hin girtiyan îfade dabûn û ji dosyayek din girtiye jî, da zanîn ku ew îfadeyan qebûl nake û wiha got: “Di dema pêvajoya binçav kirinê de ev îfade hatibûn amadekirin û dibin îşkenceyê bi min dan îmzekirin. Girêdana girtiyan bi rêxistinê re heye yan tuneye nizanim. Ez îfadeyên bi min hatineîmzekirin qebûl nakim.”    KES NEHAT BERDAN    Şandeya dadgehê piştî navberê, biryara girtina girtiyan berdewam bike da û danişîn taloqî 26’ê Adarê kir.