Qeyûm deriyê Warê Dîrokî Dara li ziyaretan girt 2019-01-17 12:58:09   MÊRDÎN - Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin ê Merdînê hat kirin, klît li deriyê Warê Dîrokî Dara xist û deriyê wê li ziyaretan girt.    Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê hatiye kirin Walî Mustafa Yaman ku her dem propaganda warên dirokî dike, kîlît li deriyê Warê Dîrokî Darayê xist. Qeyûm heta 15'ê Sibatê deriyê Warê Dîrokî Dara li ziyaretan girt. Walîtiyê bi hinceta "Personelên ewlehiyê" tune ye kîlît li deriyê warê dîrokî xist. Hat diyar kirin ku berê jî bi sedema pere tune gelek erkdar ji kar derxistibûn. Hat diyar kirin ku ji bo karkerên nû bistîne li benda pereyan e.