Parêzerên Ocalan cara 782’yan serlêdan kirin 2019-01-17 12:27:05   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin cara 782'yan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Abdulmecît Yildirim bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin cara 782’yan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin.      Parezerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye", “koster di tamirê de ye", “OHAL heye”  daxwazên wan tên astengkirin.