Angela Davîs: Divê em rêbertiya Guven a li dijî tecrîda Ocalan daniye holê bişopînin 2019-01-17 12:24:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyena DYA’yî Angela Davîs, di nameya ji Leyla Guven re nivîsand de wiha got: “Min Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke ser muzakerevanê di dema aştiya Tirkiyeyê de nas kir. Niha, divê em rêbertiya Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan daniye holê bişopînin.” Akademîsyên, bîrewer û nivîskar Angela Davîs a weke girtiya siyasî li DYA’yê tê naskirin, ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvan a 71 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, nameyek nivîsand.    Nameya Davîs, di rojnameya New York Tîmes a Emerîkayê de, bi sernavê “Ji bo Tirkiyeyê: Leyla Guven a digreva birçîbûnê deye berdin” hat weşatindin.    ‘EZ ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHA OCALAN LÊ DIMÎNE ŞERMEZAR DIKIM’    Davîs, di nameya xwe de, diyar kir ku ew Guven weke mirovekê ku xwe fedayî têkoşîna li dijî bêmafên mirovan kiriye, dizane û wiha got: “Niha, Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd canê xwe daniyê holê.  Guven li tevahiya cîhanê ji bo mirovên baweriya wan bi aştî, edalet û azadiyê tên, bûye îlhamek mezin. Ez beşdarî hemû kesên piştgiriyê didin wê dibim û şertên girtîgeha Ocalan lê dimîne şermezar dikim.”   'YÊN LI DIJÎ MIRINÊ DERKETIN SÛCDAR HATIN ÎLANKIRIN’   Davîs, di dewama nameya xwe de wiha got: “Niha bi hezaran rêber û nûnerên HDP’ê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) mîna Guven li pişt deriyên hêsinin. Tevgera jinan a herî mezin a li Tirkiyeyê Kongreya Jinên Azad bi darê zorê hat girtin û gelek aktîvîstên wê di girtîgehan dene. Ji roja pêvajoya aştiyê di sala 2015’an de hat têkbirin, artêja Tirk bi hezaran Kurd kuştin û yên ku dengê xwe derxist jî sûcdar hatin îlankirin.”   Davîs, anî ziman ku ew jî di sala 1970’yan de,  ji bo şermezarkirina şertên girtîgehê, ketiye greva birçîbûnê û şertên girtîgehên Tirkiyeyê wiha rexne kir: “Em kesên ku me girtîgeh û kompleksên endustriya DYA’yê şermezar kirin, me bi salan nêzîkatiya cesûr a jinên li dijî girtîgehên Emerîkî yên Tirkiyeyê li ber xwe dan, cesaret girt û dît.”   ‘DIVÊ GUVEN BÊ BERDAN’   Davîs di nameya xwe ya vekirî de wiha got: “Min Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke ser muzakerevanê di dema aştiya Tirkiyeyê de nas kir. Niha, divê em rêbertiya Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan daniye holê bişopînin. Siyasetmedarên di girtîgehan de, dema ji bo parlamentoyê hatin hilbijartin divê bên berdan. Divê Guven jî bê berdan.”    ANGELA DAVÎS KIYE?   Davîs di serdama Rîchard Nîxon de li DYA’yê weke “terorîsté hat îlankirin û di sala 1970’yan de, ji ber  Kara Panter a şoreşger weke sûdar hat dîtin û cezayê darvekirinê ji bo wê hat xwestin. Ji ber ku girtina Davîs di qada navnetewyî de rastî bertekên mezin hat, hatibû berdan. Davîs li DYA weke girtiyekê siyasî ya herî binav û deng tê naskirin. Davîz akademîsyene û li binê gelek xebatên girîng îmzeya wê heye.