Di doza Ozgur Gundemê de kes nehat berdan 2019-01-17 11:18:39   STENBOL  - Danişîna doza rojnameya Ozgur Gundemê hat dîtin. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili ku girtî dihat darizandin nehat berdan.     11'emîn danişîna doza Gerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin ku Asli Erdogan û Necmiye Alpay jî di navde 9 rojnameger tên darizandin, li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di dozê de tenê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnamê Kamal Sancili girtî tê darizandin. Sancili, bi SEGBÎS’ê ji Girtîgaha Tîpa F a Edîrneyê û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya beşdarî danişînê bûn.    Piştî danasîna nasnameyê Kemal Sancili, parastin kir û got: “Qeydên têkildarî materyalên dîjîtal ne gihiştin min. Ji ber vê ji bo amadekirina parastinê ez dem dixwazim. Ez dixwazin rewşa girtina min bê nirxandin û tehliyeya xwe dixwazim.” Parêzerê Sancili Ozcan Kiliç jî xwest muwekîlê wî bê berdan.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Dozger darbarê danişînê de mutala da û xwest girtina Sancili  berdewam bike.  Şandeya dadgehê daxwaza berdana Sancili red kir û danişîn taloqî 10’ê Nîsan kir.