YSK'ê di pergala dengdanê de hin guhertin kirin 2019-01-17 10:35:37 ENQERE - YSK’ê, di hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Bajaran û Hilbijartina Şaredariyan de, di mijara hejmartina dengan û qeydkirinê de guhartin pêk anîn. Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi biryara derxist, di hilbijartinên herêmî de ku dê di 31’ê Adarê de pêk bê, hin guhartin kirin. Ev guhertin di Rojnameya Fermî ya hejmara mukerrer de hatin weşadin.   Li gorî Giştînameya 138, Xala 43’an Benda Yekemîn a erk û peywirên sindoqan diyar dike, wê kesekî ji hêla serokê/a sindoqan ve hatî peywirdarkirin, yek bi yek zerfên dengan ji sindoqan derxe û bide serokê sindoqê. Wê serokê/a sindoqê beriya ku dengan bibijêre li gorî cûreyê hilbijartinê pûsûlayên dengan biqulibîne û bisenifîne, deyne ser mese. Piştî ku ev karê qedand, wê rûyê pûsûlayên dengan bi awayekî ku her kes bibîne û bibihîse bên nîşandan û xwendin.   Dîsa pûsûlayên dengan ên ji bo mixtariyê hatî dayîn, heke hejmara dengan ji dengdêran zêdetir derkeve, wê dîsa pûsûlayên dengan bixin zerfan û bixin sindoqên dengdanê.   Paşê wê hejmareke bi qasî dengên zêde hatî dayîn zerf bên derxistin û bêyî bên vekirin, cuda cuda bên pakêtkirin û girteka vê mijarê were girtin. Piştî karên hilbijartinê qediyan, wê ev mijar bê domandin.