DMME'yê, der barê doza Baydemîr de Tirkiyeyê mehkûm kir 2019-01-17 09:02:49 AMED - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), der barê doza Osman Baydemîr de Tirkiyeyê mehkûm kir.  Di sala 2006'an de piştî îdiaya ku 14 PKK'yî bi çekêm kîmyewî hatine kuştin bûyer rû dan û 5 jê zarok 10 kes di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê ji ber axaftina Şaredarê Şaredariya Mezin a Amedê yê berê Osman Baydemîr ê der barê van bûyeran de, doz lê hatibû vekirin.   Piştî mirina Mehmet Akbûlût (18) û Halîl Sogut (78) Baydemîr gotibû: "Hûn xwedî li êşa me derketin. Êşa me 14 bû, bû 16. Ji bo vê wêrekiya we mala we ava. Em jî bi we re ne. Divê polîs biçin qereqolên xwe, ciwan jî biçin malên xwe." Piştî vê axaftinê Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" der barê Baydemîr de lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê îdianameya lêpirsînê qebûl kir doz hat vekirin û di dema darizandinê de mahiyeta sûc hat guherandin û Baydemîr bi "pesinanadina sûc û sûcdar" hat tawanbarkirin. Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê di 2008'an de di 11 danişînan de dozê bi dawî kir û bi tawanbariya "pesinandina sûc û sûcdar" 2 meh ceza li Baydemîr birîbû. Paşê dadgehê ceza veguherand cezayê pereyî.    Piştî vê parêzerên Baydemîr li Dadgeha Bilind îtiraz kirin, lê belê Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî di 25'ê Sibata 2010'an de pesend kir. Piştî vê parêzera Baydemîr, Reyhan Yalçindag serî li DMME'yê da.    WÊ TIRKIYE TAZMÎNATÊ BIDE    DMME'yê di biryara xwe de destnîşan kir ku mafê azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin û Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kir. Wê Tirkiye 2 hezar û 975 Euri bide Osman Baydemîr.    Parêzeer Reyhan Yalçindag, diyar kir ku di demên dawî de mafê azadiya fikr û ramanê pir tê binpêkirin û bi biryarên ku DMME di vî warî de dide, kifş dibe ku li Tirkiyeyê mafê azadiya fikr û ramanê çi qasî tê binpêkirin.    Yalçindag destnîşan kir ku li hemberî maf û azadiyan nêzîkatiyeke ewleparêzî û perspektîfa dewletparêziyê heye. Yalçindaga, anî ziman ku wexta ya tê rexnekirin dewlet an jî hêzên dewletê bin, wekî propganda, kêmxistin tê nîşandan, lê belê divê ne wisa be û ev yek bi kêrî tu kesî nayê. Yalçindag, bilêv kir ku ger di sala 2019'an de jî rewş wisa dewam bike, wê DMME di warê heman binpêkirinên mafan de biryaran bide.