ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-17 09:00:07 * Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), der barê doza Osman Baydemîr de Tirkiyeyê mehkûm kir.  * AKP'ê hîn jî navê namzetên ji bo şaredariyên navçeyên Amedê aşkere nekiriye. Li gorî îdiayan, sedema taloqkirina aşkerekirina namzetan ew e ku ji hin namzetan pereyekî zêde hatine girtin û ji ber ev kes nehatine nîşandan, namzet nayên aşkerekirin.    * Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû, diyar kirin ku ew ê li her taxê malên şaredariyê vebikin û ew ê tevî gel pirsgirêkên bajêr çareser bikin.    * Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, destnîşan kir ku piştî hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tecrîd bi dawî nebûye û got: "Çimkî di vî warî de sabiqaya dewletê heye."   * Însiyatîfa Azadiyê Ya Li Dijî Tecrîdê dê têkildarî grevên birçîbûnê li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Danişîna 5'emîn a doza rojnamegerê girtî Ziya Ataman dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê dîtin. (09.30)   * Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Kemal Sancili ku girtî ye jî di nav de 9 rojnamegerên tên darizandin dê danişîna wan li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Rojnameger Îshak Karakaş û 9 kesên der barê wan de bi hêceta parvekirinên medya civakî yên der barê Efrînê de doz hatibû vekirin dê danişîna wan li 28'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Şaxên Egîtîm Sen û SES'ê yên Amedê bi boneya balê bikişînin ser pirsgirêkên hevkarên xwe yên li Zanîngeha Dîcleyê dixebitin dê li ber avahiya Serhekîmê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. (12.30)    * Dê danişîna doza bobelata Aladagê ku li navçeya Aladag a Edeneyê 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 xwendekarên birîndar  li Dadgeha Cezayê  Giran a Edeneyê bê dîtin. (09-00-19.00)