QSD’ê der barê ‘herêma biewle’ de şert danî 2019-01-16 20:39:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), der barê "herêma biewle" ya tê gotin wê li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bê avakirin daxuyanî da. QSD'ê ji bo herêma navborî got ew bi şertê ku dê mafên hemû gel û olan bê parastin piştgiriyê didin herêma bi ewle.    Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê "herêma biewle" ku dê li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bê avakirin de daxuyaniyeke bi nivîskî da.    Daxuyaniya QSD'ê:    "Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (QSD) ji roja ku hatiye damezirandin heya niha, di çarçoveya erka xwe ya li dijî terora rêxistina DAÎŞ û rêxistinên dîtir yên terorî de bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî ya ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) serkêşiya wê dike kedeke mezin dide û serkeftinên mezin bi dest xistine.   Niha û her tim, mîsyona parstina hemû pêkhateyên herêma Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê tam bi cih tîne. Em teqez dikin ku herêmên me tekane herêm in ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi hev re lê dijîn, xeteriyên me li ser derve an jî dewletên cîran, bi taybetî Tirkiyê tune ne. Em hêvî dikin ku bigihêjin lihevkirin û çareseriyê ku ewlehiya herêmên li ser sînor pêk bînin.   Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo avakirina herêmeke bi ewle li Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ku tê behskirin, amade ne destekê bidin bi şertê ku di bin garantiya navdewletî de be ku hemû pêkhate û etnîkên herêmê ji xeteriya qirkirinê bêne parastin û rê li ber destwerdanên derve bigire."