Rojnamevan Çapan ji ber cezayê pereyan nehat berdan 2019-01-16 19:29:24   STENBOL - Parêzeran, ji bo Midûra Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan bê berdan, serî li dozgeriyê dan. Dozgeriyê biryara berdana Çapanê da, lê belê ji ber 55 hezar û 660 lîre cezayê pereyan li Çapanê hatiye birîn û nehatiye dayîn nehat berdan.    Midûra Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin Reyhan Çapan di 10'ê Gulana 2018'an de hat girtin. Ji 10'm Gulanê ve di Girtîgeha Erziromê de ye. Lê belê ji ber cezayê wê ji salekê hindiktir maye, parêzeran ji bo berdana Çapanê serî li dozgeriya girtîgehê da. Dozgeriyê jî der barê Çapanê de biryara berdanê da. Diviya ku Çapan îro ji girtîgehê derketana, lê belê hat ragihandin ku ji ber der barê wê de cezayê pereyan heye û pere nehatiye dayîn nehat berdan.    Ji ber nûçeya der barê Midûriyeta Giştî ya ASKÎ ya Şaredariya Enqereyê de, 41 hezar û 660 lîre ceza li Çapan û Hevderhênera Giştî ya Rojnameyê Eren Keskîn hat birîn û her wiha bi îdiaya "heqareta li serokomar" jî ji du dozan herkê 7 hezar lîre ceza li Çapanê hat birîn. Ji her sê dozan bi giştî 55 hezar û 660 lîre ceza li Çapanê hat birîn. Lê belê ji ber di girtîgehê de ye nikare vî pereyî bide. Eger Çapan cezayê pereyî yê hatiye diyarkirin nede wê nêzî 7 sal in din jî di girtîgehê de bimîne, lê wexta pere bê dayîn wê bê berdan.