Li Şirnexê jî 3 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin 2019-01-16 19:16:38   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî 3 girtî ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin û paşê li gelek girtîgehan belav bû didome. Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî îro girtiyên bi navê Hakan Kûtlûk, Agît Bîlîk û Osman Beytûr ku ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.