Ji bo mîtînga li dijî tecrîdê bang kirin 2019-01-16 18:41:36   AMED - Parlementerên HDP'ê jî di nav de gelek siyasetmedar, ji bo mîtînga 19'ê Çileyê ku dê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amedê bê lidarxistin, serdana esnafan û gel kirin.    Wê HDP, ji bo balê bikişîna ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatin destpêkirin, di 19'ê Çileyê de bi dirûşmeya "Demokrasî, Azadî û Edalet" li Qada Îstasyonê mîtîngekê li dar bixe. Ji bo vê yekê parlementerên HDP'ê jî di nav de gelek siyasetmedar serdana esanfan û gel kirin û ew vexwandin mîtîngê.    Parlementera HDP'ê Salîha Aydenîz û partiyî li navçeya Yenîşehîrê, parlementer Dersim Dag û partiyî li navçeya Rezanê û parlementer Remziya Tosûn û partiyî li navçeya Sûrê serdana gel û esnafan kirin. HDP'iyan ji bo mîtîngê belavok belav kirin û gel vexwandin mîtîngê. Di dema serdanê de tim dirûşmeyên "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Her wiha HDP'iyan li Farqîn, Peyas, Pasûr, Licê û Hezroyê jî serdana gel û esnafan kir û ji bo mîtîngê belavok belav kirin.