Yuksekdag : Emê bi gelê xwe re meşa xwe berdewam bikin 2019-01-16 16:33:27 ENQERE - Fîgen Yuksekdag di doza lê hat darizandin de nehat berdan  û daxwaza redkirina dadger jî hat redkirin. Yuksekdag  got, “Emê di rêya demokrasî û rewa de bi gelê xwe re meşa xwe berdewam bikin.” Danişîna doza darizandina Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Dadgeah Cezayê Giran a 16’an a Enqerê hat dîtin, dewam dike. Dozger mutala xwe ya  pêşkêşî dadgehê kir. Dozger, xwest daxwaza redkirina dadger a Yuksekdag û parêzerên bê red kirin û biryara girtina Yuksekdag berdewam bike.    Şandeya dadgehê piştî mutaleya dozger,  daxwaza redkirina dadger a Yuksekdag red kir û biryara girtina Yuksekdag  berdewam bike da û danişîn taloqî 11’ê Adarê kir.    ‘EMÊ MEŞA XWE BIDOMÎNIN’   Yuksekdag, biryara şandeya dadgehê îtîraz kir û wiha got: “Emê serî li dadgehek jortir bidin. Bi vê biryarê carek din derket holê ku dadgeha min di darizîne ne serbixwe û bê aliye. We nîşanî tevahiya cîhanê da ku hûn ne serbixwene. Li holê hiqûkeke hatiye qetilkirin heye. We nîşan da ku hûn alîgirin. Lê emê bi gelê xwe, meşa xwe ya demokratîk û rewa hem li hûndir û hem jî derve de berdewam bikin.”