Li pêş Girtîgeha Sîlîvrî bang kirin: Bêdeng nemînin 2019-01-16 15:31:39   STENBOL - Înîsiyatifa Girtiyên di Çalakiya Grevê de, têkildarî çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên din ên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, li peş Kampusa Silivrî ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Înîsiyatifê bang li her kesî kir û got: "Li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng nemînin."    Înîsiyatifa Girtiyên di Çalakiya Grevê de, bi arbanca balê bikişînin ser çalakiyên greva birçibûnê yên li girtîgehan li peş Kampusa Silivrî ya Stenbolê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, endam û rêveberên HDP'ê û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn. Di çalakiyê de pankarta "Leyla Guven mafdar e bila tecrîd rabe" vekirin û dowîzên "Deng bide dengê aştî û edaletê", "Dengê wîcdan Leyla Güven" û  "Em dê teqez bi ser bikevin" bilind kirin. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, diyar kir ku hemû kes li daxwazên Leyla Guven û girtiyên din xwedî derdikevin û wiha got: "Divê ev daxwazên girtiyan ji aliyê hemû beşên civakê ve bên dîtin û her kes li van daxwazên wan xwedî derkevin. Ji ber ku ev daxwaz, daxwazên hemû beşên civakê ne. Ji bo azadî, wekhevî û aştî bi ser bikeve divê her kes li van daxwazan xwedî derkevin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi riya aştî û demokrasiyê çareser bibe divê her kes li van daxwazan xwedî derkevin."    BANGA HESTIYARIYÊ    Hevseroka HDP'ê ya Navçeya  Buyukçekmece Songul Alagoz jî diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda mutlaq e û wiha got: "Ev tecrîda mutlaq ne li gorî tu hiqûq û zagonan e. Divê teqez ev tecrîd bi dawî bibe. Ev sûcê mirovahiyê ye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe Leyla Guven dest bi vê çalakiyê kiriye. Zêdetirî 200 girtiyan li girtîgehan dest bi çalakiya grevê ya bêdem û bêdorveger kirine. Ger ku daxwazên wan pêk neyên ev çalaki dê zêditir bibin û belav bibin. Divê tu kes li hemberî van daxwazan bêdeng nemînin. Divê hemû xebatkarên Rêxistinên Demokratîk dengê Guven bilind bikin û hestiyar tev bigerin."