Ji heman malbatê 2 kes hatin girtin 4 kes hatin berdan 2019-01-16 15:27:43   AMED – Li gundê Helhelê ya navçeya Hezroyê ji 6 kesên ji heman malbatê hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin û 4 kes jî hatin berdan.    Di 13’ê çile de li 23 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Bi qedexeyê re eskeran avêtibû ser 11 malan. Di serdegirtina malê ya li gundê Helhelê ya navçeya Hezroyê de Hasan Tekîn, Yahya Tekîn, Mulkiye Tekîn, Rukiye Tekîn, Fevziye Tekîn û Roza Tekîn a 2 salî hatibûn binçavkirin. Her şeş kes jî ji heman malbatê bûn.    Hasan Tekîn û kurê wî Yahya Tekîn bi hêceta cezayê der barê wan de teqez bûye li Edliyeya Hezroyê hatin girtin û şandin hepsê. Mulkiye Tekîn keça wê Roza, Rukiye û Fevziye Tekîn jî piştî îfadeyên wan hatin girtin hatin berdan.