3 zilamên tecawîzê zarokekê kirin hatin girtin 2019-01-16 15:26:24   MELETÎ - Li Wêranşar, 3 zilamên tecawîzê zarokek keç kirin, hatin girtin.   Li navçeya Wêranşar a Meletiyê, M, Dîkmen, B, Bugday û M, Bugday ên tecawîzê zarokek keç kirin hatin binçavkirin. Piştî îfadeya 3 zilaman hat girtin sewqî Edeliya Meletiyê hatin kirin û bi îdîaya “Tecawizê zarokekê kirin” hatin girtin.    Hat diyar kirin ku biryara veşartinê ji bo dosyeyê hatiye dayîn û dewletê zarok kiriye bin parastina xwe.