Parêzerên Yuksekdag xwestin şandeya dadgehê ji dozê paşve vekişe 2019-01-16 14:54:15 ANKARA - Parêzeran piştî Yuksekdag parastin kirin û bi hinceta şandeya dadgehê ne û bêaliye, xistin şandeya dadgehê xwe paşve vekişîn e.    Danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag berdewam dike. Piştî parastina Yuksekdag parêzerên wê parastin kirin.    ‘YARGI SİYASİ İKTİDARIN ETKİSİNDE’   Ji parêzeran Ilknûr Altan, dest pê kê parastin kir û  wiha axivî: “Şandeya dadgehê di pêvoja darizandinê de, tim biryarên ji rêzê dan û eleqeya van biryaran bi hiqûqê ve tune ne. Me ji bo îtîraza girtina Yuksekdag serî li DMME da, lê şandeya dadgehê ev îtîraza me red kir. Îro daraz dibin bandora desthilatdariya siyasî deye. Ger şandeya dadgehê bixwe xwe paşve nekişîne, emê daxwaz bikin ku dadger xwe paşve bikişîne.    ‘DARAZA LI TIRKIYEYÊ TÊ BIRÊVE BIRIN MIJARA ŞERMÊ YE’   Dûr parêzer Nûray Ozdogan parastin kir. Ozdogan, bal kişand ser îdîanemeya derbarê Yuksekdag de hatiye amade kirin û wiha got:  “Daraza li Tirkiyeyê tê birêve birin û biryarên tên dayîn, mijara şermêne. Êdî baweriya min bi hiqûqê nemaye. Ev nêzî du salane, muwekîla min darbarê sûcdariyên di îdîanamê de hatine cih digirin parastina xwe dubare dike. Lê dîsan jî Dadgeha Cezayê Sulha 2’yemîn a Amedê ji ber du sûcdariyan xwest girtina muwekîla min berdewam bike. “   ‘ÊDÎ EM PÊ BAWERIN KU DARAZ NE BÊALIYE’    Ozdogan di dewama parastina xwe de wiha got: “Muwekîla min tu carî ji bo çalakiyeke tundiyê bang nekiriye. Ji xwe di îdîanameyê de jî sûcdariyek wiha guneye. Lê ji ber van sûcdariyên tê darizandin. Emê em pê warin ku darizandineke serbixe û bê alî tuneye. Ji bo girtinê me îtîraz kir, lê ev hemû îtîrazên me bi awayekê bêhiqûqî hatin redkirin. Em dixwazin şandeya dadgehê xwe paşve vekişîne.”   ‘HÛN DIXWAZIN JI VÊ DARIZANDINÊ XELAS BIBIN’   Parêzer Ezgî Gungordu jî diyar kir ku şandeya dadgehê dixwaze doza Yuksekdag  demildest biqedîne û wiha bilêv kir: “Hûn dixwazin ji vê dozê xelas bibin. Em dixwazin şandeya dadgehê bê guhertin.”   Dadgehê dûre, ji bo daxwaza Yuksekdag û parêzerên wê yên şandeya dadgehê xwe paşve bikişîne bi nirxînin navber da dozê.