Qeyda 16 hezar hilbijêrên Rihayî ji navnîşana wan birin û hilbijêrên biyanî qeyd kirin 2019-01-16 14:04:15   RIHA - Li 11 navçeyen Rihayê qeyda 16 hezar û 12 hilbijêrên ku welatiyên Rihayê ne jê birin. Li şûna wan hilbijêrên biyanî qeyd kirin.    Bi nêzîkbûna hilbijartina Rêveberiya Herêmî ya 31'ê Adarê re lîstik û hîleyên li ser hilbijêran zêde bûn. Piştî lîste li muxtariyetan hatin daliqandin lîstik derketin holê. Li 11 navçeyen Rihayê 16 hezar û 12 hilbijêrên ku ji Rihayê ne û nifûsa wan li ser bajarê Riha qeyd kiriye, qeyda wan nehat dîtin. Derket holê ku qeyda van hilbijêran jê birine û li şûna wan hilbijêrên biyanî qeyd kirine. Hilbijêrên ku qeyda wan hat jê birin, nehat zanîn ku li ku hatine qeydkirin. li gorî lîsteyên hatin daliqandin li Navçeya Birecîkê 907 hilbijêr, li navçeya Hewagê 419 hilbijêr, li navçeya Serêkaniyê 532 hilbijêr, li navçeya navendî ya Eyyubiyê 3 hezar û 563 hilbijêr, li navçeya Xalfetiyê 406 hilbijêr, li navçeya Xelîliyê 3 hezar û 838 hilbijêr, li navçeya Hîlwanê 310 hilbijêr, li navçeya NavenDî Karakopru hezar û 507 hilbijêr, li Navçeya Sîwêregê hezar û 951 hilbijêr, li navçeya Pirsûsê 917 hilbijêr û li navçeya Wêranşarê jî hezar û 262 hilbijêr qeyda wan nehat dîtin.      DIVÊ TEQEZ ÎTÎRAZ BIKIN   Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Halîl Akbaş, xwest welatiyên qeyda wan jê hatiye birin teqez îtîraz bikin û wiha got: "Divê her kes biçin qeydên xwe kontrol bikin. Bi kontrolê divê karibin li dijî şaşî û nelirêtiyan îtîraz bikin. Divê her welatî teqez mafê xwe yê îtîrazê bikar bîne. Em wekî partî jî em dê îtirazan bikin û serî li rayedarên eleqeder bidin. Hem qeyda hilbijêrên berê jê birine û hem jî hilbijêrên nû li şûna wan qeyd kirine. 3 hezar û 187 hilbijêrên nû li Xalfetiyê qeyd kirine. Li Xalfetiyê qeyda 406 hilbijêran jê birine. Bi heman rengî li Wêranşar, Hewag, Pirsûs, Sîwêreg, Hîlwan û Serêkaniyê jî hilbijêrên niştecîhî jê birine û yên nû li şûna wan qeyd kirine. Bi vê rêbazê îktîdar dixwaze li herêmê bi ser bikeve. Lê ew serî li kijan hîle û nelirêtiyan bidin jî dê winda bikin. Divê hilbijêr jî li dijî vê nelirêtî û lîstikan bertek û nerazibûnên xwe bînin ziman."