Polîsên Hewlerê Rojnameger Kakeyî binçav kirin 2019-01-16 13:46:08   HEWLER - Polîsên Hewlêrê bi giliyê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Berpirsê Ofîsa Kanala NRT'ê Rojnameger Rêbwar Kakeyî binçav kirin.   Kanala NRT'ê eşkere kir ku Polîsên Hewlêrê Berpirsê Ofîsa Kanala NRT'ê Rojnameger Rêbwar Kakeyî binçav kirine û got: "Binçavkirina Rêbwar Kakeyî li ser giliyê Polîtburoya PDK'ê pêk hat. Di 8'ê Îlona 2018'an de NRT'ê raporek li ser, ji aliyê berpirsên PDK û YNK'ê bi qaçax hawirdekirina derman weşand. Heta niha jî hikûmetê nekariya wê riyê kontrol bike. Ev binçavkirin piştî vê raporê tê."