Niqaşên 'Herêmên ewlehiyê' ya Bakurê Sûriye didomin 2019-01-16 13:24:47 KOBANÊ - Tirkiye ku di salên borî de bi teza "Herêmen Tampon" ket axa Sûriye, niha hewl dide di bin navê "Herêma Ewlehiyê" de parekê ji axa Sûriye bistîne. Lê rastiya li herêmê xuya dike ku dê Tirkiye li derve bihêle. Li vir Hêza Ereban ango Herêma di bin parastina  NY'ê de derdikeve pêş. Dîsa niqaşên ku qada hewayî li balafiran qedexe bikin pêş dikevin.  DYA di şerê li Sûriye de bi gotina "Em xwe paşve dikişînin" li herêmê niqaşek nû da destpêkirin. Hûrguliyên hevsengiyên ku DYA dixwaze li herêmê ava bike, didome. Her çend Tirkiye, gefan li Bakurê Sûriye bixwe jî gotina DYA ku qala “Herêmên tampon” agno “herêmên Ewlehiyê" bal kişandin ser aliyekî din. Tirkiye ku ji bo li dijî Minbicê operasyonê bike rojekê li ber deriyê DYA û rojekê li ber deriyê Rûsya ye; hewl dide ji şerê OSO yê bin baneyê Heyet Tahrir El Şam (HTŞ/El Nusra) û Eniya Rizgariya Neteweyî (UKC) de li Idlibê kom bûye, wext qezenç bike. Di vê mijarê de her çend hevdîtinên Rusya, Îran û Tirkiye bidomin jî HTŞ û rejîma Sûriye yê li Başûrê Îdlibê şer didome.    Di heman çarçoveyê de li Şam û Moskova di navbera rejîmê û Hêzên Sûriyeyeya Demokratîk (MSD) de jî hevdîtin Zêde bûn. Di hevdîtinan de li ser pêşeroja Sûriye rewşa aborî, civakî û siyasî tê niqaşkirin. Welaten Ereb têkiliya xwe ya bi Sûriye re xurt dikin. Pişti Emîriyên Ereb ên Yekbûyî (BAE) û Bahreynê niha Erebîstana Siûdî jî li Şamê sefaretxaneyan vedike. Piştî Şam girtin nava Yekîniyên Ereban diyaloga di navbera Bakurê Sûriye û Şamê de zêde dibe. Yek dewleta di navbera hêzan de qasidiyê dike jî Misir e.    HERÊMA TAMBON AN JÎ EWLEHIYÊ   Piştî van geşedanan DYA ket nava hewldanên nû. Herêma ku navê wê tê niqaşkirin hemû hêzên li herêmê eleqeder dikin. Herema ku qala wê tê kirin û dixwazin bikin herêma "Tampon" an jî herêma "Ewlehiyê" ji Kantona Cizirê ya navbera Iraq û Sûriye dest pê bikin û heta Kantona Kobanê dirêj bikin. Dixwazin li nêzî 400 kilometre herêma "Tampon" an jî "Ewlehiyê" ava bikin. Dîsa dixwazin xeta navbera Kurd û Ereban jî qut bikin. Dixwazin li ser xeta navbera Dêrik, Rimêlan, Til Koçer, Girkê Legê, Tirbêspî, Qamişlo, Amûdê, Derbesiyê, Mebruka, Til Temir, Serêkanîyê, Siluk, Girê Spî û Kobanê herema tambon avabikin. Bi taybetî piştî şerê navxweyî yê Sûriye dest pêkir ev herêm û erdnigarî ket destê Kurdan. Kurdan Xweseriya Demokratîk lê îlan kir. Li ser vê herêmê niqaşq tên meşandin. Hêj DYA der barê naverokê de tu agahî parve nekirin. Lê Tirkiye bi daxuyaniyan dixwaze vê herêma navborî ji wêre bê hiştin. Ger ku ev herêm ji Tirkiye re bê hiştin hêza Tirkiye û QSD de bê hemberî hev. Siyaseta herêmê nêzî vê fikrê nabin û rast nabînin. Hêzên cuda yên herêmê jî naxwazin ku ev herêm têkeve kontola Tirkiye.    HERÊMA QALA WÊ TÊ KIRIN Û HERÊMA TIRKIYE TÎNE ZIMAN CUDA NE   Piştî daxuyaniya DYA Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ev pêşniyar ewe ku di serdema Obama de pêşniyar kiribûn. Lê wê demê navê vê herêmê wekî Rojavayê Firatê qada Cerablus û Ezaz derbas dibû. Tê plankirin ku ev herêm heta 30 kilometre bi kurahiya Sûriye de belav bibe. Herema ku tê plankirin Cerablus, El Rai (Çobanbey), Bab û Ezazê jî hene. Di niqaşên herêma tampan de Tirkiye dê karibe têkve axa Sûriye. Di 25'ê tebaxa 2016’an de Tirkiye ketibû nava axa Cerablusê. Piştre ketibûn axa Babê. Tê diyar kirin ku herêma ku Serokomar û Wezîrê Karên Derve qal dike û herêma niha DYA qal dike ji hev cuda ne    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye jî xwedî helwestek zelal e. Rêveberiya Xweser bi şertê ku Hêza Ereb ango Neteweyên Yekbûyî (NY) li herêmê bi cih bibe dê karibin qebûl bikin. Tê plankirin ku Erebîstana Siûdî, Misir, Emîriyên Ereb ên Yekbûyî (BAE) û Bahreyn  li vê herêmê bi cih bibin.    Yek ji mijara ku hat niqaşkirin ew bû ku axa Sûriye ji balafiran re bê qedexekirin û qada ezmanî ji balafiran re bê qedexekirin.    MA / Nazim Daştan