Ûbîç ê di greva birçîbûnê de: Ger tecrîd ranebe emê berxwedanê mezintir bikin 2019-01-16 10:33:30 KIRIKKALE - Emrah Ûbîç ê li Girtîgeha Kirikkale di greva birçîbûnê deye peyamek şand û got: “Heya ku tecrîd rabe, emê çalakiya xwe berdewam bikin û berxwedana xwe mezintir bikin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 70’iyan de berdewam dike. 6 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale jî, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 26’ê Kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Hat diyar kirin ku ji bo 6 girtiyan cezayê disîplînê hatiye dayîn, mafê wan ê sohbetê û yên din hatine rakirin.    VÎTAMÎNA B12 Û B1 NADIN HIN GIRTIYAN    Parêzerên di 11’ê Çile de çûn Girtîgeha Kirikkalê û bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin, diyar kirin ku rayedarên girtîgehê vîtamîna B12 û B1 nadin hin girtiyan û wiha bilêv kir: “Dîsan rayedarên girtîgehê li ser girtiyan ferz dikin ku girtî ji bo mûayenê biçin revîrê. Girtî Îsmet Akin ji roja ketî greva birçîbûnê û heya niha daxwaza vîtamnîna B12 û B1 ji rayedarên girtîgehê dike. Dîsan vîtamîna B1 tenê didin girtî Sedat Alçîçek û Davût Onder.”   Girtî Emrah Ûbîç bi rêya parêzeran ev peyam dan: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiyê me dest bi greva birçîbûnê kir. Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne. Heya ku tecrîd rabe, emê çalakiya xwe berdewam bikin û berxwedana xwe mezintir bikin. Ger tecrîd ranebe, emê berxwedana xwe di astek jortir de dewam bikin.”   Îsmet Akin ê di greva birçîbûnê de jî, ev peyam dan: “Em dixwazin tecrîda li ser Rêbertiya me rabe. Tenê daxwazek me heye. Ew jî rakirina tecrîdê ye. Ger tecrîd ranebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin.”   Navê girtiyên li Girtîgeha Kirikkale yên di greva birçîbûnê de, wiha ne:  “Emrah Ûbîç, Îsmet Akin, Davut Onder, Sedat Alçîçek, Îsa Îpeklî û Kerem Îmrak.”