Namzetên HDP’ê yên Êlihê: Projeya me ya mezin Çemê Ilûhê ye 2019-01-16 10:05:10 ÊLIH - Namzetên Hevşaredarên HDP’ê yên Êlihê Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr, diyar kirin ku ewê şaredartiyek zelel ji nû ve bînin bajarê û gotin: “Projeya me ya herî mezin projeya Çemê Ilûhê ye.” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya sala 2014’an de 102 şarederî qezenc kir, lê hikûmeta AKP’ê qeyûm tayînê 96 şaredaran kirin. Wezareta Karê Hûndir bi hinceta rêveberyên xweser ewil Hevşaredarê Êlihê Gulîstan Akel girt û dûre di 19’ê Cotmeha 2015’an de jî Hevserokê Sabrî Ozdemîr ji peywirê dûr xist. Wezareta Karê Hûndir di 11’ê Îlonan 2016’an de qeyûm tayînê şaredariyê kir û vîna gel xesp kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveyê xebatên hilbijartina herêmî ya  di 31’ê Adarê de bê lidarxistin, bi hilbijartina pêşwext namzetên Hevserokên Şaredariya Êlihê diyar kirin. Di hilbijartina hat kirin de Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr ji bo Hevşaredariya Êlihê namzet hatin hilbijartin.   DÊ VÎNA GEL DERBIXIN HOLÊ   Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Êlihê Songul Korkmaz li gundê Kaniya Berê ya navçeya Hezo ya Êlihê hatiye dinê û bi salên dirêje li Êlihê katîf beşdarî siyastê dibe. Korkmaz, dinavbera salên 2014 û 2016’an de Hevserokatiya Partiya Herêmên  Demokratîk (DBP) ê ya Êlihê kir û ji sala 2017’an ve jî di rêveberî û meclîsa jinan a HDP’ê ya Êlihê de dixebite. Korkmaz, li ser pergala hevserokatiyê axivî û wiha got: “Cara yekemin partiya me pergala hevserokatiyê li Tirkiyeyê pêş xist. AKP çawan ku jinan di siyasetê de naxwaze, wisan jî bi tayînkirina qeyûman xwestin darbeyekê li vîna jinan bixin. AKP dixwaze jin li malê rûnin, zarokan bînin dinê û ji zilaman re bîat bikin. Lê HDP berevajî AKP’ê dixwaze jin bi aktîf beşdarî siyasetê bibe û vîna xwe derbixe holê. Em dixwazin bi her awayî vîna jinan derbixin holê. Êmê di şaredariyê de vîna gel û jinan derbixin holê.”   ‘EMÊ XEBATÊN JINA BIDIN DEST PÊ KIRIN’   Korkmaz, da zanîn ku çawan qeyûm hatin tayînkirin, dest pê kê destketiyên jinan tune kirin û wiha bilêv kir: “Qeyûman saziyên jinan girtin. Yek ji van jî saziya jinan SELÎS bû. Qeyûm bi girtina saziyên jinan re qadên îstîhdanê yên jinan jî tune kirin. Emê li dijî darbeya li vîna jinan hat xistin, berî her tiştî xebarên jinan bidin dest pêkirin. Emê dinava siyasetê de, rêvberiyên şaredariyê de û li qadên îstîhdamê cih bidin jinan. Emê bi gel û jinan re bixebitin. Qeyûm şaredarî 130 mîlyon TL kiriye bin deynan de. Di rojên pêş de emê projeyên xwe xal bi xal eşkere bikin. Emê hemû xebatên xwe bi gelê xwe re bikin. Emê hemû deynan kontrol bikin û nelirêtiyên heyî bibin darazê. Ji berk u ev pere ne yê kesekê ye, yê gele.”    'LI ŞÛNA TAYÎNAN EM Ê HILBIJÊRAN BI CIH BIKIN'   Namezetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Sabrî Ozdemîr jî, diyar kir ku ew yekem hevşaredare ku ji peywira xwe hat dûrxistin û wiha axivî: “Emê di rojên pêş de projeyên xwe ji gelê xwe re eşkere bikin. Projeya me ya herî mezin projeye Çemê Ilûhe. Emê tu tiştî ji gelê xwe veşartî nekin. Îro AKP’ê şaredariya me xistiye bin deynek mezin. Niha 130 mîlyon deynê şarederiyê heye.  Şaredartî ne tenê çandina çîçekane. Îro nikarin bikevin nava gel de. Ji gel dûrin û xwe hepsî avahiyên şaredariyan kirin. Lê emê bi gelê xwe hemû projeyên xwe pêş bixin.”    ‘EMÊ HESABÊ QIRÛŞAN JÎ BIPIRSIN’   Ozdemîr, ji bo deynên şarederiyê jî wiha got: “Emê şaredartiyeke zelel dîsan bînin Êlihê. Emê bi gel re hesabê qirûşan jî bipirsin.”   MA / Metîn Yoksu