Cara 701’emîn a serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin 2017-11-02 17:35:04 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, cara 701’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan, lê ev daxwaza wan jî hat redkirin.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Faîk Ozgur Erol û Ebru Gunay bi boneya sibe bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdana rê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve ev bû 701 car serlêdana hevdîtinê tê redkirin.   Hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tên astengkirin.