Çalakiya Leyla Guven di roja 70'yemîn de didome 2019-01-16 08:30:17   AMED  - Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiribû di roja 70'emîn de berdewam dike.    Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiribû her ku diçe li girtîgehan belav dibe. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiribû, di roja 70'emîn de berdewam dike. Li gel ku rewşa tenduristiya Guven  ketiye asta krîtik jî Guven bi biryar çalakiya xwe berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ya li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dabû destpêkirin jî di roja 57'an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya li Firansayê jî di roja 31'ê û çalakiya koma kewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 32'emîn de berdewam dike. Niha nêzî 230 girtî li zêdeyî 40 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dikin .