Ji ber wêneyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parve kir ceza lê hat birîn 2019-01-16 09:27:42 RIHA - Ji ber wêneyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parve kir bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" ceza lê hat birîn û dadgeha îstinafê jî ceza pesend kir.  Li navçeya Wêranşar a Rihayê Seydî Tûrgût, ji ber li ser hesabê xwe yê Twîtterê nûçeya ÎMC TV (ya bi KHK hat girtin) ya wêneyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tê de hebûn parve kir bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 10 meh ceza lê hat birîn. Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê jî cezayê Tûrgût pesend kir.    Tûrgût, diyar kir ku ji 2015'an heta 2017'an gelek caran hatiye binçavkirin û di dema binçavkirinê de bi muameleyeke nebaş re rû bi rû maye. Tûrgût, diyar kir ku di binçavkirina dawî de 9 rojan di bin çavan de maye û der barê wî de doz hatiye vekirin. Tûrgût got: "Paşê heta demele diêrj polîsan ez şopandim. Dû re doz li min hatin vekirin. Di binçavkirina ewil de bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' doz li min hat vekirin. Pirtûkên Wezareta Çandê pesend kirine ji bo 'endamtiya rêxistinê' wekî delîl hatin hesibandin. Lê belê paşê dozgeriyê di mutaalaya xwe de beraata min xwest."    Tûrgût, diyar kir ku bi "endmatiya rêxistin" hat binçavkirin lê belê ji ber li holê delîl tune bûna ev yek veguherandine "propagandaya rêxistinê". Tûrgût, ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî û quncuknivîsand doz lê hatine vekirin, lê belê hemû doz jî bi hincetên absurt hatine vekirin.    Tûrgût got: "Ji ber min rûpelên BBC Turkçe, Ahmed Arîf ecibandin ev hemû li îdianameyê hatin bicihkirin. Ji min pirsîn ku ez nivîsên xwe bi fermana kê dinivîsim. Lê belê dadgehê ji ber nivîsên min biryara beraatê da. Lê ji bo 3 parvekirinan jî 28 meh ceza hat birîn. 2 jê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî û yek jê jî ji ber nivîseke min. Me biryar ji Dadgeha Îstinafê re şand. Îstinafê biryara der barê qunciknivîsa min û parvekirina li ser Facebookê de xera kir. Tenê ji parvekirina li ser Twîtterê ceza birî."    Tûrgût, diyar kir ku bi îdiaya wî "wêneyên biçek ên endamên rêxistinê parve kirine progandaya rêxistinê kiriye" û ceza lê hatiye birîn. Tûrgûr, destnîşan kir ku lê belê wî nûçeya ÎMC TV'yê li ser hesabê xwe parve kiriye.    Tûrgût, diyar kir ku parvekirina ku ji ber wê ceza lê hatiye birîn hîn jî di gelek malperên nûçeyan de heye û got: "Wekî min wêneyeke parve kiribe hatiye berovajîkirin. Ew ne wêne ye nûçe ye. Di wêne de YPG'î tune ne. Hebin jî ma çi dibe. Nûçeyek hatiye çêkirin û min parve kiriye, çi eleqeya wê bi propagandayê re heye. Her roj di nûçeyên der barê Sûriyeyê de wêneyên bi vî rengî hene û tên parevkirin. Sernavê nûçeyê 'Minbic operasyonu 5'inci gününde: Fırat'ın 14 km batısına geçildi, Köy IŞİD'den alındı' ye. Di wêne Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heye."    Tûrgût, diyar kir ku ji bo ceza bê xerakirin wan biryar ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re şandiye.