Li ber 8 zilaman namzetiya xwe danî: Ez ê karibim bikim 2019-01-16 09:23:35 AMED – Li Taxa Yûnûs Emreyê, ji bo keyatiyê  9 kes bûn namzet. Ji vana yek jê jî Melîfe Avci ye. Avci, destnîşan kir ku ew li benda piştgiriya jinan e.  Li Taxa Yûnûs Emre ya navçeya Rezan a Amedê,  9 kesî ji bo keyatiya taxê bûn namzet. Lê belê ji van namzetan yek jê jî jin e. Melîfe Avci /39) ku li hemberî 8 namzetên zilam bû namzet, di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de li benda piştgiriya jina ye.    Avci, bi aşpêjiyê debara xwe dike û 5 sal in li Taxa Yûnûs Emreyê ye. Avci, destnîşan kir ku ji bo jin li ser piay bisekinin divê bi xwe bawer bin. Avci, anî ziman ku ew li hemberî feraseta civakê ku ji bo jinê dibêje "nikare bike" bûye namzet.    ‘BI XWE BAWER IM'    Avci, destnîşan kir ku ji roja namzetiya xwe ji bo keyatiyê daniye, bi bertekên neyînî yên zilaman re rû bi rû dimîne û got: "Wexta bûm namzet, bertek hatin nîşandan. Bi taybetî jî mêr nîşan didin. Heyr dimînin, dibijên jin nikarin vî karî bikin. Min ji kesên wisa difikirin re got; ez bi xwe bawer im, çawa zilamek dikare bike jin jî dikare bike. Bi xwe bawer im û ez ê karibim bikim. Divê jin vê yekê bibînin û piştgiriya min bikin."    ‘TIRYAK Û FUHÛŞ ZÊDE BÛYE'    Avci, destnîşan kir ku li taxa wan tiryak, dizî, şideta li hemberî jina û îstismarkirina zarokan zêde ye û ji bo vê yekê jî projeyên wê hene. Avci got: "Li Taxa Yûnûs Emreyê hejmara ciwanên pêgirtiyê tiryakê pir zêde ye. Her wiha hejmara qumarxaneyan û ya fuhûşê jî zêde ye. Ji bo ciwan dev ji tiryakê berdin û jê xelas bibin pêşî divê hin atolyeyên kar bên vekirin û qadên sporê bên çêkirin. Tevî malbatan em ê karibin vê yekê çareser bikin. Her wiha li taxê dizî jî pir tê kirin, ji bo rê li ber vê bê girtin em ê tev bigerin."    ‘EZ Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIM JINA'    Avci, polîtîkayên hikûmetê yên der barê jina de rexne kir û diyar kir ku wexta ew bê hilbijartinê ew ê bi her awayî piştgiriya jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin bike. Avci, destnîşan kir ku ji bo jin li ser piay bisekinin divê bi xwe bawer bin û li hemberî şidetê bêdeng nemînin. Avci, bilêv kir ku keyatî tenê ne mohr e, di heman katê de divê pirsgirêkên mirovan jî ji xwe re bike derd.    KOOPERATÎFÊN JINA    Avci, anî ziman ku zivistanê ceryan pir diçe û tê û rayedar jî bi hinveta "ceryana qaçax" vê pirsgirêkê çareser nakin. Avci got: "Hema bêje dîregên ceryanê yên 40 sal berê ne. Nifûsa taxê 8-9 hezar e. Ma wê çawa karibe hilgire? Berê hejmara mirovan kêm bû, niha zêde bûye lê belê volttaya dîregên ceryanê heman voltta ye. Her wiha li taxê ji bo lîstika zarokan qadek jî tune ye. Ger bi ser biekvim, ewilî ez ê ji bo zarokan parkekê çêbikim. Ji bo jin li ser piya bisekinin destkarî an jî kooperatîfên jinan pêkan e."    MA / Esra Solin Dal