ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-16 09:00:30 * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku hevdîtina Mehmet Ocalan a li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtineke di çarçoveya mafê qanûna bingehîn de ye û got: “Em dizanin AKP’ê ji bo hilbijartinê destûr da vê hevdîtinê. Di erefeya hilbijartinê de dixwazin gel bixapînin. Dixwazin di nava gelê kurd de hêviyek ava bikin û dixwazin atmosfera pêvajoyek nû bidin afirandin. Leyla Guven û hevalên din di şikandina tecrîdê de bibiryar in.” * Oldarê kurd Mele Abdulbarî Tiryakî destnîşan kir ku li ser navê olê tecrîd tê kirin û got: “Sedemê greva birçîbûnê ew e ku du evîndaran ji hev qetandin e. Evîndarek Serokatiya gelê kurd e û evîndarên din jî gelê kurd e. Tu cudahî di navbera evîniya Mem û Zîn û Birêz Ocalan û gelê kurd de tune ye.”    * Li gundê Kehê yê Colemêrgê, welatî gihayên ku dirûtine û li berwara lod kirine, zivistanê bi taxûkan dikişînin û tînin gund.    * Li Taxa Yûnûs Emreyê, ji bo keyatiyê  9 kes bûn namzet. Ji vana yek jê jî Melîfe Avci ye. Avci, destnîşan kir ku ew li benda piştgiriya jina ye.    * Girtiyê nexweş Orhan Alkiş ku di nav nivînan de ye û raporên wî yên "nikare di girtîgehê de bimîne" û "nikare bi tena serê xwe bijî" hene nayê berdan. Dozger ji bo Alkiş got "ji bo civakê talûke ye". Parêzer Tûgay Bek jî destnîşan kir ku divê înfaza muwekîlê wî bê taloqkirin.    * Parêzer Îbrahîm Bîlmez, destnîşan kir ku hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi birayê wî Mehmet Ocalan re nîv saetê dewam kiriye û got: "Hevdîtina bi Birêz Ocalan re girîng e, lê ev yek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê."    * Di budçeya 2018'an a Şaredariya Çewligê ji 45 kêmasî heye. Endamê Meclîsa Şaredariyê Aydin Burçun, diyar kir ku di civîna awarte ya 26'ê Kanûna 2018'an de ji dêvla vê 57 57 milyon ji budçeyê hatiye kişandin û pê makyaj hatiye kirin.    * Jinên piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven gotin: "Divê ji bo tirk, kurd, laz, çerkez û hemû gelên vê erdnîgariyê tecrîd bi dawî bibe."    * Ji ber wêneyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parve kir bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" ceza lê hat birîn û dadgeha îstinafê jî ceza pesend kir.    * Li gundê Girherîn ê Artûklûyê ji ber xwestin ji bo trafoyên ceryanê tevdîr bên girtin, bi cendirmeyan re rû bi rû man. DEDAŞ, tevî leşkeran hat gund lê belê ji dêvla trafoyan nû bike ceza li gundiyan birî.    * Rêxistina HDP'ê ya Amedê di 19'ê Çile de dê mîtîng bê lidarxistin. Di çarçoveya mîtîngê de dê li taxa Firat û Semta Musa Anterê xebatên mîtîngê bên kirin.    * Danişîna doza 6 zarokên ku li Kursa Kuranê ya navçeya Pasûra Amedê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan dê li 5’emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)   * Danişîna doza 7 rojnamegerên nûçeya der barê Musa Çitîl de çêkirin û di medya civakî de belav kirin dê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)   * Înîsiyatifa Girtiyên di çalakiya grevê de dê li peş Kampusa Silivrî ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Danişîna doza Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag dê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqere ya Kampusa Sincanê bê dîtin.