Polîsan dayika 86 salî Ayşe Bişirgen binçav kirin 2019-01-15 15:42:00   WAN - Polîsan serê sibê li navçeya Erdîşê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de dayika 86 salî Ayşe Bişirgen jî di navde gelek kes binçav kirin.    Polîsan serê sibê li navçeya Erdîşê ya Wanê bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina malan de dayika 86 salî Ayşe Bişirgen jî di navde gelek kes binçavkirin. Polîsan li gundê Axsiraf û taxên navçeya Erdîşe bi ser gelek malan de girt. Polîsan li gel Ayşe Bişirgen a 86 salî ku bi nexweşiya şekir û tansiyonê ye û zarokên wê Rıfat û Hikmet jî binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin midûriyeta polîsan a Erdişê.    Kesên hatin binçavkirin û navê wan hat fêrbûn wina ne: "Ahmet Polat, Mahmut Bilici, Gulistan Bîlîcî, Mahmut Boşceviz, Ferman Aslan, Turan Denîz, Ahmet Denîz, Fettah Aslan, Ayşe Bişirgen (86), Saadet Kurşun, Îhsan Kurşun, Rıfat Bişirgen, Hikmet Bişirgen."