500 hezar kesên din bê kar man! 2019-01-15 11:07:03 ENQERE - Li gorî TUÎK’ê 500 hezar kesên din bêkar man û di meha Cotmehê de hejmara bêkaran ji sedî 11,6 zêdetir bû.  Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîka kar a meha Cotmehê eşkere kir. Li gorî daneyan li Tirkiyeyê bêkarên ser 15 salî li gorî serdema berê 501 hezar kes zêde bûne. Ev hejmar bûye 3 milyon û 788 hezar. Rêjeya bêkariyê jî bi zêdebûna 1,3 pûanan bûye 11,6. Rêjeya bêkariyê ya ciwanan (15-24) bi zêdebûna 3 pûanan re bûye 22,3 ji sedî û di koma temenên 15-64’an de ev rêje 1,4 pûan zêde bûye û bûye ji sedî 11,9 e.   Di sektora çandiniyê de hejmara karkeran 187 hezar kes kêm bûne û rêjeya kesên ku di çandiniyê de tên îstîhdamkirin jî pûanê wan 0,8 kêm bûye.   Di sektora avahiyan de hejmara kesên hatine îstîhdamkirin 26 hezar û di ya sanayiyê de jî 2 hezar kes kêm bûne.