Ji bo Ocalan ji CPT û Wezareta Dadê re name şandin 2017-11-02 15:53:43 STENBOL / MÊRSÎN - Li 10 navçeyên Stenbolê û Mêrsînê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û balê bikişînin ser tenduristiya wî ji CPT û Wezareta Dadê re name û faks şandin. Di çalakiyan de hat xwestin ku demildest tecrîdê rakin û heyetê bişînin Îmraliyê.  Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê, ji bo balê bikişînin ser tenduristî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di çarçoveya çalakiyên 1-12'ê Mijdarê de li 10 navçeyên Stenbolê hemwext çalakî hatin lidarxistin. Li 10 navçeyên Stenbolê ji CPT û Wezareta Dadê re faks û name hatin şandin. Rêxistinên HDP'ê û saziyên demokratîk yên navçeyên Fatih, Bayrampaşa, Esenler û Zeytinburnu li Postexaneya Aksaray ya Navçeya Fatihê ji Wezareta Dadê û CPT'ê re name û faks şandin.    Li vir li ser navê saziyan Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê Kadri Artugrul, xwest demek berî demekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û heyeta ku ji saziyên sivîl û parêzeran pêk tê bi Ocalan re hevditin bikin.    Rêveberê HDP'ê ya Esenlerê Ferman Ozgun jî anî ziman ku tecrîd li dijî zagonan e. Ozgun xwest demildest tecrîd bi dawî bibe. Piştre ji CPT û Wezareta dadê re name şandin.    'DEMILDEST TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN'    Rêxistin û rêveberiyên navçeyên Beyoglu, Beşiktaş, Sariyer û Şişlî yên Stenbolê jî bi heman armancê li Qada Galatasarayê kom bûn û li Postaxaneya Galatasarayê ji CPT û Wezareta Dadê re faks û name şandin. Beriya faks û nameyan bişînin li ser navê komê Hevseroka HDP'ê ya Beyoglu Gulsen Birsen, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û xwest demek berî demekê tecrid bi dawibe.    Li navçeyên Sultangazî û Gaziosmanpaşa jî endam û rêveberên kom bûn li kolana Îsmet Paşa ya Taxa Gazî kom bûn û li Postexaneya Navendê ya Gaziî faks û name şandin. Li vir jî beriya name û faksan bişînin li ser navê komê Hevseroka HDP'ê ya Sultangazi Zubeyde Înce, daxuyanî da û anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan li ser gelê kurd tê meşandin û xwest tecrîd bi dawî bibe.   Înce, anî ziman ku ji ber tecridê şer pêş ket û aborî têk çû. Înce, ani ziman ku bi tecrîdê ne tenê gelê kurd hemû gelê Tirkiye zerarê dibîne û xwest demek berî demekê tecrîd rabe. Piştî daxuyaniyê name û faks ji Wezareta Dadê û CPT re name şandin.    Rêxistinên navçeyên Kagithane û Eyupê jî li Postexaneya Kagithaneyê bi heman armancê faks û name şandin.    LI MÊRSÎNÊ DAXUYANΠ   Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Mêrsînê bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin li avahiya HDP’a Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xistin. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Hevserokê DBP’a Mêrsînê Sedat Kalaba daxuyanî xwend û bibîr xist ku ev demek dirêje di serî de li Tirkiyê û li tevahiya Rojhilata Navîn polîtîkaya qeyran û aloziyan gelan aniye hember hev.    '902 ROJ IN TECRÎD PÊK TÊ’    Kalaba destnîşan kir ku tifaqa AKP’ê bi MHP’ê ava kiriye aloziya li Tirkiyê kûrtir kiriye û wiha got: “Di serê van hemû aloziyan de sepandina li ser Birêz Ocalan tê. Birêz Ocalan ev 18 sal e bi awayekî kêfî û dervayî mirovahiyê di bin tecrîdek girankirî de dîl tê girtin. Bi taybetî tecrîda 902 rojin hatiye kûrkirin xetereyek giran derxistiye holê. Starta aloziya li Tirkiyê jî bi tecrîda ji 5’ê nîsana 2015’an xistin meriyete dest pê kir. Divê demil dest tecrîd li ser Birêz Ocalan bê rakirin. ”    Kalaba di berdewamiya axaftina xwe de got ku dê li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakiyên dewam bikin û xwest ku hemû kes li çalakiyên wan derbikeve.