Keştiya penaberan noqî avê bû: Zarokek jiyana xwe ji dest da 2019-01-15 11:01:28   AYDIN – Li navçeya Kuşadasi keştiya penaberan ku diçû giravên Yewnanîstanê noqî avê bû. Di bûyerê de zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest da. Bi giştî jin û zarok di nav de 46 penaber hatin rizgarkirin.   Keşiya penaberan a ji navçeya Kuşadasi ya Aydinê diçû giravên Yewnanîstanê noqî avê bû. Hat zanîn ku 47 penaberên ji Iraqê di keştiyê de bûne û serê sibê saet li 05.00’an li Deryaya Egeyê noqî avê bûye. Di bûyerê de zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest da û bi giştî jin û zarok jî di nav de 46 kes ji aliyê peywîrdarên Ewlehiya Peravê ve hatin rizgarkirin. Cenazeyê zarokê fetisî jî hat dîtin û cenaze û penaberan bi hev re rakirin nexweşxaneya Kuşadasiyê.