‘Wêneyê Dayikên Şemiyê jî heye?’ 2019-01-15 10:51:47 STENBOL – Polîsan bi ser mala Huseyîn Eser de girt. Di serdegirtina ku Eser ne li mal bû polîsan bi hêceta "hêmana sûc" salnameya kurdî, belgeya ku ji Enstîtûya Kurdî wergirtiye û wêneyên xizmê wî û dest danîn ser.  Li taxa Haciahmet ya navçeya Beyogluya Stenbolê polîsan duh nîvê şevê bi ser mala ciwanê bi navê Huseyîn Eser de girt. Polîsan demek li malê lêgerîn pêk anî û eşyayên malê serûbin kir. Polîsan dest danî ser salnameya kurdî û belgeya spasnameyê ya Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ku dabû Eser. Hat zanîn ku polîsan bi hêceta ku salname û belge sûc e destser kirine.    Her wiha polîsan dest danî ser wêneyên xizmên Eser ên ku li gundê Sumer ê Mêrdînê di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan û wek “hêmana sûc” dîtin. Polîsan wêneyê kalikê Eser yê di 1992’an de bi kiryarê ne diyar ku li Mêrdînê hat kuştin û li dîwar daliqandibû pirsî. Dema polîsan rastiya wêne hîn bûn balkêş bû vê pirsê jî kirin “Wêneyên Dayikên Şemiyê jî heye?”   Polîsan got dê salname, belgeya spasname û wêneyên desteser kirin e dê binêrin ka sûc çêdike an na.    Ji ber Eser ne li malê bû nehat binçavkirin. Polîs piştî serdegirtinê ji malê veqetiyan.