Turkdogan: Divê dawî li hiqûqa ecêb bê û Îmrali bê girtin 2019-01-15 10:27:02 ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku divê hevdîtina bi Ocalan re bibe rûtîn û got: “Lazim e hikumet di vê mijarê de daxuyanî bide. Divê dawî li hiqûqa ecêb bê. Pêwîste girtîgeha li vê giravê bê girtin.”  Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 69 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye. Li tevahiya girtîgehên li bajarên herêmê û bajarên Tirkiyeyê çalakiya greva birçîbûnê belav dibe. Her roja ku diçe hejmara girtiyên dikevin greva birçîbûnê zêde dibin. Li gel van çalakiyan jî hikumet bêdengiya xwe diparêz e. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) Ozturk Turkdogan tecrîdkirina Ocalan û bêdengiya hikumetê nirxand.    Turkdogan anî ziman ku ew wek parêzvanê mafên mirova ji roja Girtîgeha Îmraliyê vebûye heta niha têkildarî statûya girtîgehê û tecrîdê rexneyên wan dewam dikin û got: “Ji bo rakirina tecrîdê me hem serî li qada netewî da û hem jî serî li qada navnetewî da. Me her tim anî ziman ku mafên qanûnî yên girtiyên li Îmraliyê hene. Daxwaza me ya sereke ew e divê ev girtî ji mafên qanûnî sûdê werbigirin. Divê Ocalan û girtiyên dikaribin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.”    ‘DIVÊ ÎMRALI BÊ GIRTIN’    Turkdogan diyar kir ku divê hikumet teqez ji bo Ocalan û girtiyên pê re hin çend tiştan bibêje û wiha dewam kir: “Lazim e parêzerên Ocalan û malbata wî teqez dikaribin hevdîtinê bikin. Ji ber ev yek pêk nayê pirsgirêka tecrîdê bûye rojeva sereke ya girtiyan. Di esasê xwe de em behsa girtîgehek ku bi eskeran hatiye dorpêçkirin dikin. Ji roja ewil ve daxwaza me ew e ev girtîgeh bê girtin. Modelek bi şêwaza vê girtîgehê nabe. Wek ku tê zanîn Abdullah Ocalan 10 salan li wir bi tena serê xwe hatibû ragirtin. Di pêvajoya Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê em nizanin li ser çi li hev kirin e. Berê statûtiyek girtîgehê li Îmraliyê tune bû. Pişt re veguherandin Girtîgeha Tîpa F. Vê tîpa F a li vir ne wek tu girtîgehên din e. Divê dawî li vê ecêbiya hiqûqê bê. Lazim e vê girtîgeha li giravê bê girtin.”    ‘TECRÎD TENÊ NE LI ÎMRALIYÊ PÊK TÊ’    Turkdogan da zanîn ku pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê hatin destpêkirin di nava demê de li gelek deveran belav bû û got: “Tecrîd tenê ne li Girtîgeha Îmraliyê pêk tê, li hemû aliyan belav bûye.” Turkdogan têkildarî pozîsyona Ocalan jî wiha got: “Abdullah Ocalan bi îmzeyên milyonan mirov lîderek siyasî yê gel e. Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn. Ji bo vê yekê îro li dehan girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê belav bûye û ev grev hatine astek krîtîk. Ji bo vê yekê jî divê bi lezgînî tecrîd bê rakirin.”    ‘DIVÊ HEVDÎTIN BI AWAYEK RÛTÎN PÊK WERE’    Turkdogan hevdîtina Mehmet Ocalan a di 12’ê Çile de jî nirxand û got: “Em hêvîdarin wê ev hevdîtina pêk hat ji niha şûn ve her hefte pêk were û bibe rewşek rûtîn. Heke mafê Ocalan ji 15 rojan carek yê hevdîtina bi xizmên xwe re hebe divê ev yek pêk bê. Pêwîste parêzerên wî jî her hefte dikaribin pê re hevdîtinê bikin. Heke hevdîtin li ser hev pêk werin û rûtîn bibe dê çalakiyên greva birçîbûnê jî bi dawî bibin.”    ‘PÊWÎSTE WEZARET DAXUYANIYÊ BIDE’    Turkdogan bal kişand ser daxwaza girtiyan û wiha domand: “Ji bo ku girtî dawî li çalakiya xwe bînin divê Wezareta Dadê daxuyanî bide û mafên Ocalan û girtiyên din ên qanûnî nas bike. Heke wezaret daxuyaniyek wiha bide dê têr bike. Heke daxuyaniyek wiha bê dayîn dê bê bawerkirin ku tecrîd rabûye. Ev ji bo wezaretê, desthilatdariya siyasî û serokomariyê ku qanûnan pêk bînin gelek hêsan e û dê ji bo raya giştî jî têr bike.”    ‘KESÊN DIBÊJIN VÎNA GEL LI KU NE?’    Turkdogan bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û wiha got: “Tevî ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven gihîştiye asta krîtîkbûnê jî bêdengiya hikumetê li dijî vîna gel bêhurmetiye. Li Tirkiyeyê kevneşopiyek wiha heye. Parlamenterek di bin banê TBMM’ê de tenê wekîlê bajarê xwe ye wekîlê hemû Tirkiyeyê ye. Divê Tirkiye pesnê vê bide. Jixwe divê parlamenterek ne girtî be. Lê li ser vê yekê hem girtî ne û hem jî di greva birçîbûnê de ye. Tenduristiya Leyla Guven di asta talûkeyê de ye. Lê mixabin wekîl bêdeng in. Di heman demê de divê mirov viya li hember vîna gel wek bêhurmetiyê binirxîne. Kesên ku dibêjin vîna gel serdestî her tiştî ye ka li hember vê greva birçîbûnê li ku ne? Temaşe dikin û bêdeng in. Heke ku hûn ji vîna gel re hurmetê nîşan didin pirsgirêka Leyla Guven li Meclîsê bikin rojeva sereke. Mixabin li Tirkiyeyê dema kurd dibin mijara gotinê cudakariyek derdikeve holê.”    ‘MECLÎS DI REWŞA KU NIKARE XWEDÎ LI WEKÎLA XWE DERKEVE DE YE’    Turkdogan bêdengiya Meclîsê jî rexne kir û got: “Heke di şûna Leyla Guven de parlementerek Filîstînî bûya hemû komên li Meclîsê dê biryar bigirtana û li ser vê meseleyê biaxiviyan û Îsraîlê şermezar bikirina. Leyla Guven hemwelatiya Tirkiyeyê ye û wekîla Meclîsê ye. Endamek meclîsa we ye. Daxwaza wê pir hêsan e, teqez ne daxwazek siyasî ye. Niha rewşa xuya dike Meclîs nikare xwedî li parlementerek ku endama wê derkeve.”    ‘WEZÎR GUHDAR KIR’    Turkdogan destnîşan kir ku ew wek heyetek ji ÎHD’ê pêk tê têkildarî grevên birçîbûnê bi Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re hevdîtinek pêk anîne û got: “Me di hevdîtinê de têkildarî tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji Abdulhamît Gul re vegot. Me daxwazên xwe bi awayê dosyeyek nivîskî da destê wan. Daxwaza me tenê grevên birçîbûnê û tecrîd nebû, daxwazên me di mijarên din ên binpêkirina mafên mirova hebûn. Serokê şaxa komeleya me ya Amedê Abdullah Zeytun ku di heman demê de parêzerê Leyla Guven e jî di hevdîtinê de hebû. Abdullah Zeytun jî çavdêriyên xwe yên rojek berê bi Guven re ku hevdîtinê kiribû ji Abdulhamît Gul re vegot. Wezîr li me guhdar kir û wî jî got ku haya wan jê heye.”    ‘BI WEZARETA DADÊ RE DIYALOGÊN ME DEWAM BIKE’    Turkdogan anî ziman ku daxwaza Guven û girtiyan ne daxwazek ku dê neyê bersivandin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez bi hêvî me ku dê Wezareta Dadê bêyî ku rewşa girtîgehan ber bi xerabiyê ve biçe tedbîran bigire. Girtî bi daxwazek ku wezaretê eleqedar dike di grevê de ne. Ez bi bawerim dê di vê mijarê de gav bên avêtin. Lê li gorî min fêm kiriye di mijarên wek Îmraliyê de tê xuyakirin ku helwesta Serokomar her tiştî diyar dike. Ji bo em vê rewşê ji birêz Serokomar re jî ragihînin em ê li rê û rêbazên bi bandor bigerin. Ji bo hin bêtir li hepsan pirgirêkên mezin dernekevin bi Wezareta Dadê re dê diyalogên me dewam bikin.”    MA / Bêrîvan Altan