Danişîna doza Yuksekdag sibê li Sincanê ye 2019-01-15 10:00:59 ENQERE - Danişîna doza hevseroka HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag dê sibê li Kampusa Girtîgeha Sincanê bê dîtin. Parêzera Yuksekdag Ezgî Gungordu diyar kir ku dadgeh hewl dide zû dozê bi encam bike.  9'emîn danişîna doza Hevseroka HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag ku ji 7 fezlekeyên cuda girtî tê darizandin dê sibê li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere ku li kampusa Girtîgeha Sîncanê ye, bê dîtin. Yuksekdag ku tev li danişîna 5'ê Mijdara 2018'an a li Kampusa Sîncanê pêk hat nebûbû, dê vê carê tev li danişînê bibe. Danişîna Yuksekdag ku bi îdîaya “Rêveberiya Rêxistinê", “Propaganda rêxistinê kiriye" û “li dijî zagona meş û xwepêşandanan muxalefet kiriye" û "Dijminantiya gel sor kiriye" tê darizandin dê sibê saet di 10.00'an de dest pê bike. Serdozgerê komarê bi heman îdîayan ji Yuksekdag ji 30 salan heta 83 salan ceza dixwaze. Dozger der barê Yuksekdag de 92 rûpel îdîaname amade kiriye. Xebatên Yuksekdag ên ji bo KCD'ê jî wekî xebatên rêxistina dijzagonî hatine hesibandin. Heri dawî di 19'ê Kanûna 2018'an de 20'emîn Daîreya Ceza ya Edliyea Herêmê ya Enqereyê 1 sal û 6 meh cezayê ku 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê birîbû, erê kir. 10 dozên ku li Yuksekdag vebûne jî darizandina van 10 dozan berdewam dike. Li aliyê din heta niha ji 6 dozan li Yuksekdag ceza hat birîn û 8 dozên din jî bi doza sereke ya Yuksekdag re kirine yek.    Yuksekdag di danişîna herî dawî de wiha gotibû: "Em dê her dem hewl bidin ku bibin dengê dirokê, em dê hewl bidin ku bibin dengê rastî û heqîqetê. Em bi neheqiyek pir mezin re rû bi rû ne. Em tu carî li dijî zilmê gavan paşve navêjin.    Parêzera Yuksekdag Ezgî Gungordu, diyar kir ku piştî destnedayîna parlamenterên HDP’ê rabû û şûnde der barê parlamenteran de doz hat vekirin û li dijî hiqûqê ceza li wan hati birîn û wiha got: "Berî her tiştî destnedayîna parlamenteran li dijî Qanûna Bingehin e. Ji ber ku li dijî Qanûna Bingehin e me xwest darizandin bê rawestandin. Le dadgehê daxwaza me red kir. Ji destpêkê heta dawî darizandin li dijî hiqûq û ûsulê ye. Dadgeh niha dixwaze zû dozê bi encam bike."    MA / Berivan Altan