Ger neyê dermankirin dê kor bibe 2019-01-15 09:13:34   EDENE – Girtiyê nexweş Ûmût Beyaz ku çavekî wî nabîne, ji ber nayê dermankirin hindik maye ji çavê xwe yê din jî bibe. Birayê wî Huseyîn Beyaz xwest birayê wî bê tedawîkirin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Bandirmayê, girtiyê nexweş Ûmût Beyaz ku çavekî wî nabîne, ji ber nayê dermankirin hindik maye ji çavê xwe yê din jî bibe. Birayê wî Huseyîn Beyaz, ji bo birayê wî bê tedawîkirin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da.    'WÎ NABIN NEXWEŞXANEYÊ'   Huseyîn Beyaz, destnîşan kir ku birayê wî di 1996'an de hatiye binçavkirin û di bin çavan de ji ber îşkenceyê çavekî wî nabîne. Beyaz, anî ziman ku 23 sal in birayê wî girtiye û tenduristiya wî nebaş e. Beyaz got: "Birayê min nabin nexweşxaneyê. Jixwe çavekî wî nabîne. Niha hindik maye ji çavê xwe yê din jî bibe. Bêyî berçavk nabîne. Lê dîsa jî wî nabin nexweşxaneyê." Beyaz, da zanîn ku birayê wî gelek caran daxwazname ji îdareyê re nivîsandine û wexta wî dibin nexweşxaneyê jî muayeneya bi kelmeç lê ferz dikin û ji ber vê nayê dermaankirin. Her wiha Beyaz, diyar kir ku îdareya girtîgehê dibêje "personelên wan kêm in" û wî nabin nexweşxaneyê.    Beyaz got: "Zêdetirî 4 sal in diranê wî hemû hatine kişandin. Lê çênakin. Ji ber vê nikare baş xwarinê bixwe. Eger diranê wî neyên çêkirin û çavê wî neyê dermankirin dibe ku kor bibe. Em dixwazin birayê min bê tedawîkirin an jî wî sewqî girtîgeheke ku karibe bê tedawîkirin bê kirin. Em naxwazin birayê me bi temamî kor bibe."