'Guven bû dengê daxwaza gel' 2019-01-15 09:12:26 COLEMÊRG – Parlementerê HDP'ê Saît Dede, destnîşan kir ku Leyla Guven ji bo bibe dengê daxwaza gel bedena xwe daye ber birçîbûnê. Dede got, ji bo parastina mafê jiyanê ya Guven û girtiyan diê daxwazên wan bên qebûlkirin.  Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 69'an de didome. Li Colemêrgê siyasetmedar û wleatiyan diyar kirin ku divê demildest daxwaza Leyla Guvenê bê qebûlkirin.    'TECRÎD BELAV BÛ'   Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, diyar kir ku Leyla Guven ji bo xwe doza tiştekî nake, tenê dibe dengê daxwaza gel. Dede, destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Guvemê di asteke krîtîk de ye û got: "Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan, hemû gel tê etcrîdkirin. Her diçe ev yek bêtir tê fêmkirin. Ew tecrîd li tevahiya girtîgehan jî belav bûye. Tecrîda li girtîgehan belav bû, li tevahiya civakê jî belav bû. Îro hiqûqnas jî nikarin deng bikin." Dede, bilêv kir ku ji bo dawî li tecrîdê bê Guvenê bedena xwe daye ber biçîbûnê. Dede, anî zimab ev daxwaza tenê ne siyasî, daxwazeke mirovî ye jî û got: "Bi destekftiyên kurdan re tecrîdkirina Birêz Ocalan dest pê kir. Ji bo dîsa civakê tune bikin ev tecrîd hat destpêkirin. Divê daxwaza parlementera me ya dest bi greva birçîbûnê kir esas bê girtin."    ‘MAFÊ JIYANÊ PÎROZ E Û DIVÊ BÊ PARASTIN'    Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) ê Colemêrgê yê berê Mûsa Bor, destnîşan kir ku mafê jiyanê mafekî pîroz e û divê mafê jiyanê yê Leyla Guvenê bê parastin. Bor, diyar kir ku çalakiya Guvenê di asteke krîtîk de ye û got: "Piştî 60 rojan şûnde yekpareyiya bedena mirovan xirab dibe. Di vî warî de daxwaza me ya parêzvanên mafên mirovan û saziyên tenduristiyê pir zelal e. Berê jî me daxuyanî dabûn ku divê demildest dawî li vê rewşê bê. Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku hîn bêtir bal bikişînin ser vê rewşê û rewşa parlementera bajarê me Leyla Guvenê bê nîqaşkirin û gav bên avêtin."      ‘DIVÊ DAXWAZA BÊ QEBÛLKIRIN'    Îzzet Demîr jî, anî ziman ku ji bo rê li ber mirinan bê girtin bang li rayedaran kir û got: "Em dibihîsin û li ber dikevin ku rewşa parlementera me Leyla Guven nebaş e. Divê kes nebe sebebê mirina tu kesî. Daxwaza me ew e ku rayedar demildest guh bidin daxwaza Guvenê. Daxwaza Birêz Guven demokratîk û mirovî ye. Em dixwazin ev daxwaza bê qebûlkirin."