Ewil girtin û bêkar hiştin piştre gotin 'pardon' 2019-01-15 09:10:01 AMED - Rojnamevan Metîn Bekîroglû, bi îdiaya bi xeta telefonê ya 14 sal berê betal kiribû, li ser medyaya civakî parvekirin kirine hat girtin. Bekiroglû 55 rojn di girtîgehê de ma, paşê karê wî ji destê çû û dû re jî beraat kir.  Li Amedê rojnamevan Metîn Bekîroglû, xeta telefona xwe ya di navbera 30'yê Çileya 2004 û 9'ê Mijdara 2005'an de bi kar anîbû betal kiribû. Piştî demekê, şîrketa GSM'ê di navbera 2010-2014'an de ev xet da jina bi navê Y.Ç. Lê belê, di sala 2014'an de ji ber demeke dirêj kontur lê nehatin barkirin xet hat girtin. Lê wexta ev xet girtîbû, di navbera 20'ê Çile-Hezîrana 2016'an de ji heman xetê li ser Twîtterê hin parvekirin hatin kirin.    HAT GIRTIN    Bi vê hejmara telefonê ya di qeydên şîrketa GSM'ê de jî diyar e girtiye, li ser twîtterê bi hesabê @amed_lice_21 hin parvekirin hatin kirin û ji ber van parvekirinan rojnamevan Metîn Bekîroglû bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat girtin. Bekiroglû ev xet tenê di navbera 30'yê Çileya 2004'an û 9'ê Mijdara 2005'an de bi kar aniye û paşê daye betalkirin.    Li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê Bekiroglû destnîşan kir ku ev xet û hejmar ne ya wî ye. Li ser vê dadgehê ji şîrketa GSM'ê doza navê xwediyê xetê kir. GSM'ê jî diyar kir ku xeta navborî ji 30'yê Çileya 2004'an û heta 9'ê Mijdara 2005'an li ser navê Metîn bekîroglû bûye, lê belê paşê hatiye betalkirin û heta 2010'an nehatiye bikaranîn û dû re ev xet li ser navê jineke bi navê Y.Ç. hatiye tahsîskirin, lê belê ji ber demeke dirêj kontur lê nehatine barkirin xet di 2014'an de hatiye girtin. Şîrketa GSM'ê da zanîn ku xeta navborî di navbera 20'ê Çileya 2016'an heta Hezîrana 2016'an ne li ser navê tu kesî jî bûye û girtî bûye.    BERAAT KIR    Piştî derket holê ku xet ji aliyê Bekiroglû ve nehatiye bikaranîn, dadgehê biryara beraatê da û Bekiroglû piştî 55 rojên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê beraat kir.    Lê belê piştî Bekiroglû hat girtin, rojnameya herêmî bêyî tazmînatê bide Bekiroglû ji kar derxist. Bekiroglû, ev yek wekî "komployê" bi nav kir û got: "Eger girtîbûe nexwe çawa tişt hatine parvekirin û kî ev yek kiriye. Şîrketa GSM'Ê çawa hay ji vê tune ye? Ez ê giliyê Şîrketa GSM Turkcellê bikim. Ev nîşan dide ku li herêmê ji bo mirov û rojnamevan bên girtin bê çi tên kirin. Her wiha ev yek jî îspat dike ku bê li herêmê rojnamevan bi çi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin."