Leyla Guven: Bila kes ne li benda bidawîkirina çalakiyê be 2019-01-14 19:10:42   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 68 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku wê çalakiya wê ya greva birçîbûnê dewam bike û ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jî got: "Bila tu kes ne li benda bidawîkirina çalakiyê be. Daxwazên me daxwazên rewa ne."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 68'an de didome. Guven der barê tenduristiya xwe û pêvajoyê de ji Jinnewsê re axivî.    Guven di peyama xwe de ev tişt gotin:   “Ez dixwazim li ser tendirustiya xwe vî tiştî bêjim. Di warê tendirustiyê de her roj kontrola min tê kirin. Di 20 rojên dawîn de tansiyona min ketiye. Sibehan tansiyona min 7/5 e û êvaran dibe 11/6. Ji ber vê jî her dem xewa min tê. Nêzî 10 kîloyan jî ez heliyame. Di rêveçûyînê de zehmetiyê dikişînim, êşa serê min zêdebûye. Li hemberî ronahî û dengan hesasiyeta min zêde bûye. Ez nikarim wekî berê avê jî vexwim.   JI BERXWEDANÊ ME DITIRSIN   Çalakiya min di roja 68'an de ye. Hevalê me Nasir Yagiz di roja 55’an, çalakiya li Strasboûrgê di roja 20’an, li girtîgehan jî 226 hevalên me 30 roj in di çalakiyê de ne. Ev çalakiya me bi biryardarî û moralekî mezin didome. Ji bo xwedîlêderketina çalakiya ku em bi giyanê 14’ê Tîrmehê didomînin, tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo astengkirina wê her tiştî dike. Polîsên AKP’ê li Amedê nerazîbûna gel a demokratîk jî asteng dike û parlementeran darp dike. Ne bi tenê li Amedê, li Êlih, Wan, Riha û Wanê jî ev tişt tê kirin. AKP nahêle ku rojnameya Yenî Yenîşamê têkeve zindanan. Bi hinceta nûçeyên der barê grevê de rojname nayê dayîn. Nexwe ev çalakî AKP’ê ditengijîne. Ew hewl didin tirsa xwe bi zextan veşêrin, lê ew ê wisa nebe. Wê berxwedan hê wan pir bide tirsandin.   TECRÎD DIDOME   Li gorî agahiyên ku min ji parêzerên xwe girtiye, Mehmet Ocalan, birayê rêzdar Abdullah Ocalan, hevdîtinek pêk aniye. Hatiya diyarkirin ku tendirustiya rêzdar Abdullah Ocalan gelekî baş e. Ez bawer im ev agahî ji bo gelê Kurd bûye moralekî mezin. Lê wekî ku gelê me jî dizane, tecrîd hê nehatiye rakirin. Di sala 2016’an de em 50 siyasetmedarên kurd ji bo rakirina tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê. AKP'ê wê demê dîsa Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê şandibûnû bi hatina peyamê re me çalakiya xwe bi dawî kiribû. Lê tecrîd hatibû domandin. Niha jî hewl tê dayîn heman metodê bikin.   BILA TU KES NE LI BENDÊ BE KU EM GREVA XWE BI DAWÎ BIKIN   Rêzdar Ocalan pêşengekî polîtîk û rêber e. Ji bo malbata xwe li wê giravê nayê girtin. Weke hemû girtiyên din mafê wî yê hevdîtina bi malbata xwe re heye. Ji destpêkê ve daxwazên me diyar in. Me diyar kir ku divê tecrîda ku li dijî mirovahiyê were rakirin, Rêzdar Ocalan bi malbat, parêzer û şandeyên siyasî re hevdîtinê pêk bîne, divê şert û mercên ku ji bo helwdanên aşitiya mayinde û çareseriya demokratîk were pêk anîn. Ji bo wê jî bi vê hevdîtinê re bila tu kes nemîne benda bidawîkrina grevê. Daxwazên me ne li dijî qanûnê ye û rewa ne. Eger armanca faşîzma AKP-MHP’ê dayîna berdêlan be, bi dayîna berdêlan me dest bi vê grevê kir. Em jî dixwazin hişyariyek bidin vê tifaqa faşîst û desthiltdariyê. Eger ji girtîgehan darbest derkevin hûn ê jî weke ku tiştek nebûyî li cihê xwe nesekinin. Bila tu kes nefikire ku 226 girtî her roj dihelin, wê gelê Kurd li cihê xwe bisekine.   EM BI BERXWEDANÊ BI SER KETIN    Di dîrokê de mînakên bi vî rengî pir in. Li vê cîhana ku bûyerên gerdûnî çêdibin, bi dayîna berdêlan yên beramberî hev ji bo tu kesî tu feyde nake. Tişta di destê me de can e û me ew jî danî holê. Hûn jî bi hemû pêdiviyên dewletê re bi ser me de tên. Ev ne rewşek e ku nêyê çareserkirin. Li Tirkiyeyê bi milyonan kesên ku dixwazin di nava sîstemeke politîk a exlaqî, jiyana azad a jinê diparêze, baweriya wan bi biratiya gelan hene. Yek ji me biçe, wê hezar werin. Ên destpêkê tim di bîra me de ne û bi vî awayî têkoşîna xwe didomînin. Em bi berxwedanê bi ser ketin, niha jî em li ber xwe didin û em ê bi ser bikevin.”