Xwişka Mazlûm Dogan hat girtin 2019-01-14 17:42:15   STENBOL – Serap Mûtlû, xwişka yek ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat girtin.    Serap Mûtlû, xwişka yek ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan, li Stenbolê hat binçavkirin. Wexta Mûtlû li noterê bû polîs hatin û ew binçav kirin û birin Edliyeya Çaglayan a Stenbolê. Dozgeriyê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" Mûtlû sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê kir. Dadgehê jî bi heman îdiayê biryara girtina Mûtlû da û ew şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.